Tirkiye, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê berdewam e

Hejmara malbatên ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayîkên Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dan destpêkirin bûn, derket 13an

08.09.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê berdewam e

Diyarbakir

Bi beşdarbûna 2 malbatên din va hejmara malbatên ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayîkên Diyarbekirê yên ku zarokên wan revandine serê çiya, li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dan destpêkirin, derket 13an.

Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya ku dayîk Fevziye Çetinkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Biçerê bi îdiaya tiliya HDPyê jî di wê yekê da heye ku zarokên wan revandin birin serê çiya, 3yê îlonê li ber avahiya Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê dest pê kiribûn, roj bi roj zêde dibe.

Ji Elaşgira navçeya Agiriyê Necla Çura (43) dayîk û mêrê wê Bedirhan Çur (52) û herwiha ji Baglara navçeya Diyarbekirê Guzide Demir (57) ku zarokên wan revandine birine serê çiya jî îro beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Bi vî awayî hejmara malbatên ku beşdarî çalakiyê bûn da ku dengê wan were bihîstin û zarokên wan werin xilaskirin, derket 13an.

- "Kurê min hê 15 salî bû"

Necla Çura dayîk di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku kurê wî Vahit ê ku şivantî dikir, 4 sal berê gava 15 salî bû, revandin birin serê çiya. Çurê got ku gava wê di têlevîzyonê da malbatên ku çalakiyê dikin dîtin, wê ligel mêrê xwe biryar da ku beşdarî çalakiyê bibin da ku lawê xwe xilas bikin.

Çurê got ku kurê wê hat xapandin û revandin û wiha axivî:

"Ez heger kurê xwe hilnedim ez naçim. Kurê min xapandin, hişê wan ji serê wan dibin, derman didin wan. Ji kurê min ra dibêjin, 'Heger tu biçî, dewlet dê êşkence bide dê û bavê te. Heger tu biçî dewlet dê te bikuje, dê te bavêje agir û te bişewitîne'. Ev gotin hemû derew in, zarok çavtirsandî dikin, da ku neyê malê. Ez kurê xwe dixwazim, tiştekî din naxwazim. Piştî ku kurê min birin çiya, ez salek berê çûm çiya, min lava kir, ez giriyam, lêbelê kurê min nedan. Kurê min hê 15 salî bû, ka çima nedan min? Ez heta vê derê hatim. Heger ez kurê xwe hilnedim, ez ê neçim ciyekî. Ma wijdana van tuneye? Kurê min dixwaze were. Ka gelo derman danê an hişê wî ji serî birin û wisa birin çiya, ez bi wê yekê nizanim."

Bedirhan Çurê bav jî diyar kir ku wî ligel jina xwe wan hewil da ku lawê xwe bibînin û wiha got, "Lêbelê gef li me xwarin. Ji me ra gotin, 'Zarokekî we çûye, ma zehf e?'."

Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê berdewam e

Çur got ku heya kurê wî neyê, ew ê dawiyê li çalakiyê neynin û wiha dewam kir:

"Vahit kurê min bireve were, teslîmî dewleta xwe bibe. Bavê min dewleta me pir cuda ye. Ji wan xêr nayê. Em diçin kurê xwe bibînin, çekê radikin û berê wê didin serê me. Kurê min destê xwe ji dewleta xwe nekişînin. Dewlet naxwaze tiştek bi pozika sola kesî were. Lê yên din berê çekê didin serê mirov û însanan didin kuştin. Nesekine were. Ez kal im û êdî nikarim bixebitim. Ka ev di Misilmantiyê da heye? Ma Misilmantî wiha ye?"

- "Ez kurê xwe dixwazim"

Demira dayîk jî diyar kir ku kurê wê Aziz 4 sal berê dema 16 salî bû, hat revandin û wê demê ew bi rojan lê geriyan lêbelê wan nedît.

Demirê diyar kir ku heya kurê wê neyê, ew ê çalakiyê bidomîne û wiha dewam kir, "Ez kurê xwe dixwazim û tiştekî din naxwazim. Ez çend caran hatim vê avahiyê, ji min ra gotin, 'Me nedîtiye, em nizanin, ma em ê ji ku bizanibin çûye kuderê'. Ez nexweş im, bavê wî jî tuneye. Carekê li min geriya, got ku li Sûriyeyê ye û digiriya. Got, 'Ez seqet bûm, herdu lingên min şewitîn, ez li ser sandalyeyê me."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.