Tirkiye

Bernameya vebûna Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin ji bo îbadetê hat vekirin

Önder Beyter  | 24.07.2020 - Rojanekırın : 25.07.2020
Bernameya vebûna Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin ji bo îbadetê hat vekirin

Istanbul

 Bernameya vebûna Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin ji bo îbadetê bi îlahiyên ku ji mizgeftên tên xwedin va hat vekirin

Li Mizgefta Ayasofyayê ku îro bi nimêja înê va dê piştî 86 salan bo îbadetê vebe, welatiyên dixwazin nimêja ewil bikin, bi banga sibê va berê xwe dan mizgeftê.

Gelek mensûbên çapemeniyê yên xwemalî û biyanî jî li navenda çapemeniyê ku li Cankurtaranê hatiye sazkirin kom bûn û bi minîbusan bo platforma çapemeniyê ya li Meydana Ayasofyayê hatin veguhestin.

Li pişt platformê jî wesayîtên weşana zindî hatin bicihkirin.

Ekîbên Şaredariya Fatîhê avê datînin hin ciyên meydanê, carinan jî peywirdar avê li welatiyan belav dikin.

- Waliyê Stenbolê Yerlikaya û Midûrê Ewlekariya Stenbolê Aktaş lêkolîn kirin

Di vê navberê da Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya û Midûrê Ewlekariya Stenbolê Zager Aktaş li qadê, bi welatiyan ra sohbet kirin û her wiha lêkolîn kirin.

- Ji bo vebûnê ji Amerîkayê hatin

Hin Pakistaniyên welatiyê Amerîkayê jî ji bo ku piştî 86 salan, li Mizgefta Ayasofyayê nimêj bikin, hatin Meydana Ayasofyayê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.