Tirkiye

Berfa li Qersê barî ji zivistanê kêm nema

Hüseyin Demirci   | 25.05.2022
Berfa li Qersê barî ji zivistanê kêm nema

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê berfa bi şev lê kir navçe çîl û spî kir.

Li navçeyê barana ber bi êvarê lê kir û piştî demeke din cihê xwe ji berfê ra hişt. Kulîlk, dar, ber û daristanên li navçeyê di nav berfê da man.

Berfa li gundê Handereyê bariya ji rojên zivistanê kêm nema û pezên li derva diçêriyan bi zorê anîn nava gund.

Ji welatiyan Firat Aktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku berfa di vê meha gulanê da barî ew şaş û metel hiştin û wiha domand: "Ji ber vê berfê wê niha hemû heywan di axuran da bin. Tiştekî wiha me nedîtiye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın