Tirkiye

Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Xeta me ya serekî li Idlibê vegera mitabeqeta Soçiyê ye"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Xeta me ya serekî li Idlibê vegera mitabeqeta Soçiyê ye."

Ahmet Aydın  | 18.02.2020 - Rojanekırın : 19.02.2020
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Xeta me ya serekî li Idlibê vegera mitabeqeta Soçiyê ye"

Ankara

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got, "Xeta me ya serekî li Idlibê vegera mitabeqeta Soçiyê ye."

Kalin dema civîna kabîneyê li Kulliyeya Serokomariyê bi serektiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan berdewam bû, daxuyanî dan û bersiva pirsan da.

Berdevk Kalin got, "Xeta me ya serekî li Idlibê vegera mitabeqeta Soçiyê ye. Guherîna xalên çavdêriyê mewzilbehs nîn e. Bi mebesta parastin a vêderê û mihafezeya sivîlan dê tehkîmat û sewqiyata me ya bo herêmê bidome. Dema êrîş dijî eskerên me, herwekî hefteyên raborî çêbû, bila gumana ti aliyan tune be, dê bi awayeî herî dijwar bersiv bê dayîn."

Kalin ji bo hevdîtinên derbarê Idlibê digel Rûsyayê got, "Heta nuha ji mizakereyan encameke tetmînker derneketiye. Nexşe û kaxiza ku hat pêşkêşkirin, me qebûl nekir."

Îbrahîm Kalin derbarê Pergala Hikûmeta Serokomariyê got, "Di serdemeke wisa de ku pergal diguhere, gel diaxive, biryarê dide, îradeya gel di sindoqê de reng vedide, her car dubarekirina vê mijarê û bi gotgotên weke 'ji ber vê Tirkiyeye bi başî naye rêveberin' ev tişt ne li gorî rastiyên siyasî, civakî yên welatê me ne."

Berdevkê Serokomariyê Kalin bal kişand ser êrîşa hêzên girêdayî Xelîfe Hefterê serkirdeyê milîşên narewa yên li rojavayê wî welatî, ya bi mûşekan dijî Bêndera Trablûsê û got, "Êrîşeke tacîzê bû lê îsabet nekir. Demildest bersiv hat dayîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.