Tirkiye

Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Planeke ji bona girtina medyaya civakî tuneye"

"Planeke ji bona girtina medyaya civakî tuneye, lê ji bona hewcedariya guherînê konsensusek çêbû"

Metin Mutanoğlu  | 09.07.2020 - Rojanekırın : 11.07.2020
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Planeke ji bona girtina medyaya civakî tuneye"

Ankara

 METÎN MUTANOGLU - Berdevkê Serokomariyê û Balyoz Îbrahîm Kalin der barê guherîna li ser medyaya civakî û nîqaşên li ser Ayasofyayê da pirsên Ajansa Anadoluyê (AA) bersivand.

Îbrahîm Kalin diyar kir fikreke ku medyaya civakî bê girtin tuneye û got ku lê ji bona guherîna li ser medyaya civakî îtifaqek çêbûye.

Kalin diyar kir ev nayê wê meneyê ku dengên kesên mixalif tên birîn û der barê nîqaşên li ser Ayasofyayê da got ku heger ji bona îbadetê bê vekirin ji nasnameya xwe ya mîrateya dinyayê ya dîrokî tiştekî wenda nake.

Pirsên ku ji Kalinê Berdevkê Serokomariyê hatin pirsîn û bersivên ku dane ev in:

PIRS: Li Sûriyeyê ji 2011an vir da şerê navxweyî heye. Gelek tişt qewimîn û gelek êş hatin kişandin, lê di rewşa dawîn da li bakurê Sûriyeyê di navbera Tirkiye û Rûsyayê da mutabeqetek hat îmzekirin. Ev mutabeqet çawa didomin? Dewriyeyên hevbeş dewam dikin, tu pirsgirêk heye?

BERSIV: Niha li gor agirbesta Îdlibê ku 5ê Adarê di navbera Birêz Serokomarê me û Birêz Putîn da hat çêkirin dewriyeyên hevbeş didomin. Agirbest bi piranî dimeşe, lê car caran binpêkirinên rejimê hene. Herî dawîn wekî em dizanin raporeke Komîsyona Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat weşandin. Dibêje 'Rejim li Îdlibê bi êrîşên xwe yên dijî sivîlan sûcên şer dike.' Jixwe ji serê ser da em vî tiştî dibêjin. Rejim bi cezakirina sivîlan dixwaze li wir kozikan bi dest bixe. Ji bona vê jî bi awayekî hovane bombeyên warêlan emilandin. Çekên kîmyewî emilandin û mezelên komî û kuştinên komî çêbûn. Li wir trajediyeke mirovahiyê derket holê. Hemû pirsgirêk nehatiye çareserkirin, lê bi qismî di bin kontrolê da ye. Em dikarin bibêjin ku bi taybetî li Îdlibê sikûneteke qismî heye, lê hêvî û banga me ew e ku çend roj berê Birêz Serokomarê me di Civîna Sêalî ya Astanayê da jî cardin destnîşan kir, divê herêma Îdlibê wek herêma ewle bê îlankirin û bi temamî wisa bê qebûlkirin. Wisa nebe mimkûn nîne 3-3,5 milyon însanên li Îdlibê di hesarê da mane zêde bidin sekinandin. Jixwe kesên ji herêmên din yên Sûriyeyê revîne hatine wir, nifûsê Îdlibê derdora milyonekî da ye, niha jî 3-3,5 qatê wê însan di wir da asê mane. Dereke ku însan pê da herin tuneye. Tenê Tirkiye heye. Helbet ev jî pêyekî pirsgirêkê ye.

Wek mayîn terora PYD û YPGya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê li wir dewam dike. Hûn dizanin carna li Efrînê, li Til Rifatê û li rojhilatê Feratê çalakiyên terorê yên curbecur dikin û êrîşî sivîlan dikin. Helbet em nikarin van tiştan qebûl bikin. Têkoşîna me ya dijî wan jî wê bi biryardarî bidome. Ji bona li rojhilatê Feratê desthilatdar be û sikûnet çêbe eskerên me zehf dixebitin. Ev xebat wê bidomin. Lê ji bona çareserkirina meseleya Sûriyeyê li gor biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi jimara 2254an hikûmeta demkî bê avakirin, hilbijartin bên kirin û li Sûriyeyê desthilatdariyeke meşrû bê sazkirin ku her kesî temsîl bike. Eşkere ye ku ev ji hêla Esed va nayê kirin.

PIRS: Der barê rejima Esed da rojên derbasî îdiayek hat rojevê ku Esedê dev meqama xwe berde û xwe bispêre dewletekê. Der barê vê îdiayê da fikra we çi ye?

BERSIV: Ev îdia ne, peyra ji hêla meqamên curbecur va hat derewandin. Di çapemeniya Rûsan da tiştên bi vî rengî derketin, peyra gotin 'tiştekî wisa tuneye.'

PIRS: Gelo hûn pêvajoyeke nû dipên?

BERSIV: Li Sûriyeyê tişta divê were kirin, di çarçoveya biryara Neteweyên Yekbûyî ya ku jimara wê 2254 e da pêşxistina pêvajoya siyasî, kutakirina xebatên Komîsyona Qanûna Bingehîn, ku civîna din wê di meha tebaxê da were kirin, û encama ku wê ji wê derê derkeve girîng e û herkes pê va girêdayî. Divê xebatên Komîsyona Makezagonê jî bi salan dewam nekin. Ango divê teqwîmeke vê hebe, divê dîrokeke wê ya dawî hebe. Rejim heta niha ji bo ku xebatên Komîsyona Qanûna Bingehîn sabote bike, çi ji dest hat, kir. Lewra ji wê derê metnek wê derkeve û divê ew jî guh bide wê metnê. Ew dizane û an jî wilo difikire ku ew metin wê di lehê wî da nebe. Ji ber vê yekê jî xebatên Komsîyona Qanûna Destûra Bingehîn pir dereng dimeşe. Lê divê ev xebat demildest werin kutakirin û divê li Sûriyeyê zemîneke qanûna bingehîn were çêkirin da ku pêvajoya siyasî zûtir pêş bikeve, divê şer bisekine, divê penaber di nav ewlehiyê da bi awayekî serbilind vegerin malên xwe. Ji ber vê yekê mijara Sûriyeyê di eslê xwe da bi sernavên sereke va sekinîne, ango ji ber şewbê 3-4 meh in nezer vegeriya cihên din, lê di meseleya Sûriyeyê da mijarên sereke mixabin hê nehatine çareserkirin û wisa disekinin.

PIRS: Meseleya Îsraîl-Filistînê... Li vê derê planeke Netanyahu heye ku bi îştahekî mezin qismekî Şerîeya Rojava îlhaq bike. Jixwe Trump pêşengiya vê kiribû, wî rê vekiribû. Dibe ku ev îlhaq çareserkirina dudewletî têk bibe, ber bi wê derê va diçe, lewra em dibînin ku aliyê Filistînê jî helwesteke pir tund nîşan didin û ji ya xwe nayê xwarê. Ji bo plana îlhaqê helwesta Tirkiyeyê çi ye? Digel vê Tirkiyeyê berî niha di mijara wek paytext naskirina Qudsê da hemleyeke pir girîng kiribû, we li Stenbolê endamên Teşkîlata Tevkariya Îslamê berhev kiribûn. Paşê we ji NYê biyarek derxistibû ku hûn bi tena serê xwe Qudsê wek paytext îlan bikin jî wê tu meneya wê çênebe. Di heyama nû da tu planeke Tirkiyeyê li dijî vê îlhaqê heye an hûn ê piştgiriyê bidin planên heyî?

BERSIV: Di serî da ev plana îlhaqê ya Îsraîlê ne meşrû ye, dijî hiqûqê ye, tevgereke nû ya dagirkerî û xespê ye. Em bi awayekî teqez vê red dikin û em hemû civaka navneteweyî dewet dikin ku vê plana îlhaqê red bike. Civaka navnetweyî çawa ku di mijara Qudsê da yekîtiyeke mezin nîşan da û piştevaniya hev kir, divê heman piştevaniyê vêga ji bo plana îlhaqê jî nîşan bide. Welatên Ereban û Lîga Ereb di serî da, Teşkîlata Tevkariya Îslamê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Çarîneyên Rojhilata Navîn û hemû saziyên din ên têkildar divê di vê mijarê da helwesteke eşkere û zelal nîşan bidin. Lewra polîtîkayên îşxal û îlhaqê heta niha meseleya Filistînê kir halekî ku meriv nikare ji nav derkeve, her cure aştî, çareseriya dudewletî, îstiqrara siyasî û derfetên hizûra civakî ji holê rakir. Ev plana îlhaqê wê vê krîzê xerabtir bike. Jixwe Netanyahu di serî da jî got ku ew ji çareseriya dudewletî bawer nake. Siyasetmedarekî wisa ye. Heta di nav siyaseta Îsraîlê da ev kiriye xeta sereke ya Likudê. Amerîkaya dibêje ez ji çareseriya dudewletî bawer dikim. Divê di serî da hin dorhêlên Amerîkayê, endamên kongreyê, hin civakên Mûsewî bi dengekî bilind îtiraz bikin. Divê Vatîkan dijî vê yekê derê. Ew ax di heman demê da Mesîhiyên ku li wê derê dijîn jî eleqedar dike. Vatîkanê jî eleqedar dike, rasterast welatên Ereban jî eleqedar dike, divê ew zêdetir dengê xwe derxin.

Em wek Tirkiye di vê mijarê da Serokomarê me bi gelek pêşengên Ereb ra, bi pêşengên Rojavayî ra bi têlefonê axivî dema ku ev biryar hat eşkerekirin. Serokomarê me ji Birêz Trump ra jî, ji Birêz Putîn ra jî, ji Birêz Mehmûd Ebas ra jî, ji Qralê Urdunê ra jî û ji gelek pêşengên ku pê ra axivî ra jî, ji Birêz Merkelê ra jî û ji yên din ra jî eşkere got ku em vê yekê red dikin. Di vê mijarê da helwesta me pir zelal e. Ev polîtîkayeke nû ya xesb û dagirkirinê ye, hemleyek e, lîstikek e, divê kes bi vê lîstikê nexape.

Ya ku Îsraîlê bide sekinandin helwesta xurt a Neteweyên Yekbûyî, Çarîneyên Rojhilata Navîn, Yekîtiya Ewropayê ye. Heke em vê bê hiqûqî, bê qanûnî heta vê heydûdiyê bavêjin pişt guhê xwe, em ê sibê li Rojhilata Navîn derî li felaketên din vekin. Me dît ku Îsraîlê ji 1947an vir va axa Filistînê çawa gav bi gav, perçe perçe, santêm santêm, mêtre mêtre dagir kir û xesb kir. Hûn dizanin, Serokomarê me li Neteweyên Yekbûyî nexşeyek nîşan dabû, ji 47an heta niha axa Filistînê çaya hatiye tunekirin û ji aliyê Îsraîlê va hatiye dagirkirin... Ew nexşe hê li cihê xwe ye. Mixabin heke ev polîtîkaya îlhaqê were sepandin, biryara îlhaqê were sepandin, nexşeyeke pêncemîn wê were cem wan nexşeyan, 4 nexşe hebûn û di ya 5emîn da jî êdî Filistîn wê ji holê rabe. Ji ber vê yekê em nikarin destûrê bidin ji bo aştî û hizûra Rojhilata Navîn... Îsraîl li vê derê weke Qudsê dîsa bi agir ra dileyîze, li peyê polîtîkayeke tehrîkê, xerabkirinê ye. Divê demildest vê poşman bibe. Hemû dewletên ku tesîr û rayeya wan li ser Îsraîlê hene, di serî da Amerîka, divê di vê mijarê da bi awayekî eşkere û zelal helwesta xwe nîşan bidin.

PIRS: Bi we helwesta dinyaya Ereb têrê dike?

BERSIV: Bi min têrê nake, nexasim ez helwesta Lîga Ereb kêm dibînim. Di nava Teşkilata Hevkariya Îslamî da di vê mijarê da welat hene ku helwesteke zelal nîşan didin, lê em nikarin bêjin ew helwest têrê dike. Divê dengekî bilindtir were derxistin. Bi taybetî Yekîtiya Ereb şûna ku dijî Tirkiyeyê carê carekê biryaran derxe, divê pêşiyê li ser van meseleyan hûr bibe.

PIRS: Gava em li polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê mêze dikin, em dibînin ku nexasim vê dawiyê hûn polîtîkayeke proaktîf bi rê va dibin. Wate ji Lîbyayê heta Yêmenê, heta Sûriye û Misrê polîtîkayên we yên herêma pir serkeftî ne, em hema bêje li derî hebûna Tirkiyeyê dibînin. Li Balkanan jixwe bandoreke me ye dîrokî heye. Niha gava em van polîtîkayan binirxînin, ez ji ber ku alema Ereb ji nêz va dişopînim ez baş dizanim, hûn jî baş dizanin ku vê yekê hin serokên ereban tînin rojevê, dibêjin polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê ya herêmî li ser bingehê Îxwan û Neo Osmaniyê ava bûye û navenda wê ev e. Bi rastî jî polîtîkaya me ev e gelo? Krîterên sereke yên polîtîkaya herêmî ya Tirkiyeyê çi ne? Em didin dû Îxwanê, hedefa me Neo Osmanî ye, qey em dixwazin bandoreke nû ya Osmanî pêk bînin, çi ne krîterên polîtîkaya me ya derva?

BERSIV: Ev hinek îdiayên bêbingeh in ku dixwazin polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê pê reş bikin. Nikarin bi awayekî şênber li tu derî nimûneyeke vê nîşan bidin. Tirkiyeyê li Misrê piştî rûxîna Husnu Mubarek kê li wê derê li ser dewletê bû, yê meşrû, bi wî ra kar kiriye, li Tûnisê kê bi hilbijartinê hatiye ser kar bi wî ra kar kiriye, li Lîbyayê hewil daye ku bi hikûmeta meşrû ra bixebite ne ku lê mêze bike ka kê Îxwanî ye, kê rojavayî ye, kê neteweperest e. Em dikarin heman nimûneyê bo welatên Kendavê jî bidin, bo Iraqê bidin û bo welatên din jî bidin. Gava li Sûriyeyê şer dest pê kir, ma Tirkiyeyê, di nava kevanê da piştgirî da Birayên Misilman? Li wê derê piştgirî da gelê Sûriyeyê. Rejima Esed bêyî ku Kurd, Tirkmen, Ereb, Sunî ji hevdu cuda bike, kê li hemberî wî derket, êrîşî wan kir û Tirkiyeyê jî deriyên xwe ji hemû kesên ku rastî wê zilmê hatin vekir, tu cudahî nekir navbera wan. Lêbelê nexasim vê axiriyê li ser zarê lîberalên navneteweyî ev yek wekî pîrhevokekî tê nîşandan, Îslam, Îslamîtî, tevgerên Îslamî, partiyên Îslamî, Birayên Misilman wekî alaveke kêrhatî li her derî tê emilandin.

Mesela me ev yek herî dawî di pirtûka John Bolton da dît. Wate di gelek hevdîtinên me da di hevdîtinên me yên li vê derê da di yên li Washington û New Yorkê da di axaftinên me yên têlefonê da Boltonê ku carekê jî ev mijar neanî rojevê, rabûye di pirtûka xwe da îftira avêtiye Serokomarê me ku jê ra dibêje 'Ew Îslamgirekî radîkal e'. Çima vê yekê dike, ne ku ev yek di rastiyê da jî wisa ye, ji ber ku ev yek alaveke kêrhatî ye, lewma dike. Dibêjin 'dema tu vê yekê bêjî êdî hewce nake tu tiştekî din bikî'.

PIRS: Nexwe ev gotinên bi vî rengî çima tên gotin? Tirkiye çi dixwaze, ji bo welatên herêmê tesewira we ya siberojê çi ye, hûn çima ev qas proaktîf in li herêmê?

BERSIV: Bi rejimeke ku zilmê gelê xwe neke pirsgirêkeke Tirkiyeyê çênabe. Lê heger rejimek rabe ku gelê xwe bombebaran bike, çekên kîmyayî biemilîne, nasname, nijad, mezheb û nasnameya wê ya siyasî çi dibe bira bibe, Tirkiye li hemberî vê yekê derdikeve, ev yek jî peywira me ya herî sereke ya mirovî, exlaqî û siyasî ye. Mêze ez wiha bêjim, li herêmê, alema Îslamê mecbûr nîne bibe dinyayeke feqîr. Beşeke mezin a dewlemendiyên xwezayî nexasim li erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Lêbelê ji ber ku lîdertiyeke bihêz, vîzyoneke biaqil û basîret, yekîtî û yekbûn tuneye, li dinyaya Îslamî şer, pevçûn, krîz, dewletên qels, rêveberiyên nerind serê xwe hildane çûne. Alema Îslamê çawa berê şaristaniyeke wiha bû ku hemû dinya ronî dikir, ji Bexdayê heya Besrayê, ji Semerqandê heya Îskenderiyeyê heya Qahireyê, Bosnayê ez hemû tev dikim, em di wê baweriyê da ne, di sedsala 21emîn da jî ew yek mimkun e ku alema Îslamê van rengdêriyên xwe jinûva li xwe bike. Welatên Îslamê dikarin di zanist, çand, huner, perwerde, ilm, teknolojî, binesazî, polîtîkaya derva û ewlekariyê da di asteke çêtir da bin. Aştî li van deran hebe, dê bi kêrî aştî û aramiya dinyayê jî were. Meriv çi ji xwe ra bixwaze divê ji cîranê xwe ra jî bixwaze. Heger na ji xwe meriv nikare polîtîkayeke rast, durist, samîmî û yekbend bimeşîne.

Em çawa ji bo Tirkiyeyê pêşketin, edalet, parvekirina wekhev, ewlekarî, aramiyê dixwazin, em heman tiştî ji bo welatên cîran û welatên herêmê jî dixwazin. Wate çavê me li axa tu kesî nîne, niyeteke me tuneye ku em xwe şîşî nava karên navxweyî yê tu kesî bikin. Lê bi heman awayî jî em li bendê ne ku welatên din jî xwe tevlî karên Tirkiyeyê yên navxweyî nekin.

PIRS: We behsa parvekirina adil kir. Birêz Serokomar rojên çûyî got piştî Kovîd-19ê li dinyayê tu tişt wê wek berê nebe, ya rast em ji hinekên din jî vê dibîhizin. Yanê bi rastî jî çi wê biguhere, Kovîd-19ê çi hînî me kir? Me ferqa di navbera welatên feqîr, paşvemayî, dewlemend pir eşkere dît. Di rastiyê da mirovahî bi pêvajoyeke her kesî wekhev dike ra rûbirû ma. Hûn der barê dahatûyê da nêrîneke çawa dibînin, Kovîd-19 wê dinyayeke nû ya çawa pêşkêşî me bike?

BERSIV: Di serî da Kovîd-19ê careke din nîşan da ku pergala dinyayê ya heyî çiqas hesas e. Di dîrokê da di heyameke nêzîk da gelek şer derketin, şerên herêmî û tiştên din. Lê di nav vê heyama ku kurewîbûn bûbû rastiyek di nav 30-40 salan da cara ewil em ji heyameke ku her kes heman tiştî dijî derbas bûn. Me kêliyeke kurewî derbas bûn û em hê jî vê yekê dijîn. Ji Japonyayê bigire Amerîkayê, ji Îtalyayê bigire heta Tirkiyeyê, ji Almanyayê bigire heta Iraqê me hemûyan heman tişt dî û em vê jiyan ku ev jî tiştekî nadir e. Ya sisêyan jî me dît ku testa pergala kurewî pozîtîf derket. Ya rast pergala kurewî bi vê vîrusê ket. Ji ber ku evqas bêtesîr ma, li hemberî vîrusê çareseriyek nekir, evqas însan mirin, vîrus evqas bilez belav bû, aborî sekinî û ji bo ku vegere halê xwe yê berê projeksiyonên demdirêj hene ev hemû nîşan didin ku ev pergal çiqas hesas e.

Dibêjin 'Pergala lîberal a kurewî’ ez her tim ji vê ra dibêjim ya rast ev ne kurewî ye, ne liberal e û ne jî pergaleke. Ne kurewî ye, lewra yekalî ye, pergaleke wisa ye ku gotina yê hikûmdar û xurt derbas dibe. Ne liberal e. Wek liberal tê firotin û hin nirx û gotinên wisa tên kirin, yanê şertên piyasaya serbest, aborî filan tê gotin, lê her kes dizane ku kapîtalîzm dixwaze ber bi yekdestbûnê va biguhere. Her kesê ku îqtisat xwendiye vê dizane. Kapîtalîst dixwaze bibe yekdest, naxwaze din av şer û mercên piyasaya serbest û adil da reqabetê bike.

Ji ber vê jixwe qanûnên antîtrost derketine. Şirket mezin bûne, mezin bûne, bûne pergalên qerase. Dema ev gihîştine asteke wisa mezin ku dewlet nikaribe mudaxale bike, dewletê mudaxale kiriye. Ji ber ‘Na, ev êdî dibe pergaleke heqê xerîdaran jî, mirovan jî ji holê radike mudaxale tê kirin. Ji ber vê, em behsa pergaleke wiha ya liberal jî nakin, ne pergal e jî. Pergalekê ava nake, berevajî vê bêpergalî, tevlihevî, bêedaletî dewam dike.

Niha di bin ronahiya van rastiyan da hin derfetên nû derketin pêş me. Tirkiye bû ji wan welatan yek ku vê pêvajoyê herî baş bir rê va bir. Him ji hela hejmara waqiayan va, him jî ji hela hejmara miriyan va… Binesaziya tenduristiya me xurt e ku me avantajên vê di vê deme da dît.

Birêz Serokomarê me ji bo nexweşxaneyên bajêr digot ‘Ev xeyalên min in’ ku me hemûyan bi hev ra dît ku di vê pêvajoyê da rola wan çiqas girîng e. Xebatkarên me yên tenduristiyê yên ku hejmara wan dora milyonek û 100 hezarî ye, artêşa me ya tenduristiyê ne çiqas bi dil û can xebitîn ve ev yek dît. Lê piştî vê niha hin tiştên girîng ên ku divê bên kirin jî hene. Mînak mijara biyoewlehiyê êdî bûye serenaveke girîng a ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê. Dîsa mijara ewlehiya sîberê jî bûye serenaveke girîng a ewlehiya me ya neteweyî. Di van mijaran da xebatên girîng tên kirin, evê hê jî zede bên kirin. Birêz Serokomarê me telîmatên ku hewce dikirin da, şaxên me yên bi van mijaran ra eleqedar in jî dest bi xebatên xwe kirin. Ji bo dahatûyê Tirkiyeyê bi taybetî zincîra tedarike parast, him alîkariya welatiyên xwe yên Komara Tirkiyeyê kir û him jî alîkarî gihand mirovên li herêmê û nişan da ku hêza wê çiqas xurt e. Lê ji bo ku em vê bêtir xurt bikin emê gavên din jî bavêjin. Ez wisa bawer dikim ku Tirkiye wê bilez ji vê pêvajoyê derkeve. Aboriyên dinyayê yên din dema ku hewl bidin xwe bigîhinin rojên bere, Tirkiye wê bilez bimeşe. Helbet ev ji bo me hin derfetan pêk tînin. Di mijara veberhênanên binesaziyê yên bingehîn da, di qadên girîngiya wan a stratejik yên me pêşvebirine da ez dikarim bibêjim ku rewşeke bêtir erênî, ronahî û hêviyê dide heye.

PIRS: Tirkiye niha li dinyayê ji yek wan welatan e ku medyaya civakî zede bi kar tîne. Lê mixabin di demen dawîn da mixabin me dît ku li Tirkiyeyê herî zede ji bo tundiya li ser jinê, heqaret, derew, dijûn û armancên wiha xirab tê bikaranîn. Em dibinin ku verastkirineke medyaya civakî hewce dike. Birêz Serokomar di vê mijarê da telîmatek da û xebat tê kirin. Hûn der barê vê verastkirinê da dikarin ji me ra çi bibêjin? Hûnê li Tirkiyeyê medyaya civakî bigirin? Lewra nêrîneke wisa heye, dibêjin hikûmeta we li Tirkiyeyê wê medyaya civakî qedexe bike. Planeke we ya wisa heye an ev verastkirin wê çi di nav xwe da bihewîne?

BERSIV: Planeke girtina medyaya civakî û nêrîneke wisa tune. Lê hewcedarî bi verastkirina medyaya civakî heye ku di vê mijarê da konsensusek, îtifaqek çêbû. Çima? Heke ez di jiyana rastîn da heqaretê li we bikim, dijûnan bikim, buxtanan bikim, heqên we yên kesayetiyê binpê bikim, agahiyên we yên mehrem derxim holê an jî propagandaya terore bikim û ev tişt sûc bin, divê di dinyaya înternetê da jî bibin sûc.

Mînak dema hûn Almanyayê binihêrin tê dîtin ku di vê mijarê hewlek tê dayîn ku tevdîrên herî tund bên dîtin. Ji hela hiqûqê va yek ji wan welatan e ku xebatan dike. Salên çûyî bi taybetî jî di nav 4-5 salan da hewla gelek qanûnan hat dayîn, ji van hinekan xistin rewacê. Her tim bi vê rêgezê tevgeriyan ku tiştê di jiyana rastîn da sûc e, di alema sanal da jî sûc e.

Baş e, hûnê vê çawa regule bikin, hûnê çawa bişopînin? Heke kesek medyaya civakî bi armancên nebaş va bi kar bîne, mafên kesayetiyê binpê bike, çalakiyeke dibe sûc bike hûnê çi bikin? Divê hûn herin serî li van şirketan, yanê şirketên ku van platforman bi rê va dibin bidin, ji bilî vê tu şansê we tune ku ew jî mecrayên medyaya civakî ne. Ji ber vê berpirsyariyeke mezin dikeve li ser mile van şirketan. Bînin bîra xwe, li Amerîkayê jî der barê Facebookê da gelek mijar hatin rojevê. Gotin ‘Dema hilbibartinê we agahî hildan û ji bo berjewendiya aliyekî da bikaranîn an na?’ Sûcdarkirineke pir cidî ye, îdiayeke pir cidî ye ne wisa? Di qadên din da jî rewşên bi vî renge çêbûn, dozên wek vê hatin vekirin. Der barê van da cezayên mezin hatin dayîn. Çima ev tişt tên kirin? Lewra heke li ser wê qadê heqê kesekî bê binpêkirin, çalakiyeke wek sûc tê qebûlkirin çêbibe, qasî kesê ku wî sûcî dike xwediyê wê qadê yê ku tevdîrê nabîne jî berpirsyar e.

Rêgeza bingehîn ev e. Ji ber vê ev pêşnûma helbet di rojeva meclise da ye, xebat tê kirin. Serokomarê me der barê vê da bangek kir, him wek Serokomar û him jî wek Serokê Giştî yê AK Partiyê helbet. Bangî koma xwe jî kir. Li Meclisê jî bangek kir û got “Werin em der barê vê da verastkirinekî bikin. Bila medyaya civakî nebe cihê ku heqên kesayetiyê tê binpêkirin, propagandaya terore tê kirin, derew, buxtan lê tê kirin. Bila bibe cihekî cihekî ku mirov bi şareza, xawên û li gor agahiyên rast ragihandinê bi kar bînin.”

PIRS: Tiştekî wek sewtiya muxalifan sar kirin...

BERSIV: Na tiştek wisa nîne. Di jiyana rastî da jî dengên muxalif hene, muxalefet derdikeve û muxalefetiya xwe dike. Di qada nîgaşî da jî ev tê kirin lê bêyî derewan, bêyî îftira kirinê û propagandaya rêxistina terorê kirinê divê ev bên kirin. Ji ber vê jî li vê derê dû kutekên girîng ên verastkirinê hene, ez bibêjim du kutekên medyaya civakî hene. Yek jê mijara bi naverokan ra eleqedare. Niha dema yek îftira û derewekê dike yan jî diavêje meydanê pirsgirêkeke bi vê naverokê derdikeve. Li ser mafên kesaniyeta we û şexsê we êrîş heye û hûn dixwazin ku bila ev yek bê rakirin. Lewra herkes vê dibîne. Hûn çi dikin? Serî li wê saziyê dixin û wê encam derbikeve dernekeve wê çiqas dewam bike hûn nizanin. Diçin dadgehê ji dadgehê biryarê hildidin û dixwazin ku bila ew naverok bê rakirin. Digel vê tu muxatab tuneye û sepandina biryara hatiye dayîn mimkun nabe û biryar li meydanê dimîne. Paşê ji ber vê bi sedan hezarî mirovên mexdûr bûne hene. Ji ber ku nikarin muxatabekî bibînin û ji ber vê jî saziyên xwediyên van karan divê teqez li welatê ku karê wan dimeşe divê şaxeke xwe vekin û muxatap hebe. Heta niha ji bilî yek du saziyî yên din vekirina ofîsekê ya li vê Tirkiyeyê red kirin. Ev jî me ber bi merheleya duyemîn a pirsgirêkê va dibe. Ew jî ji hêla bazirganiyê va ye. Bacê nadin. Evana saziyên ku bazirganiyê dikin. Ew saziyên medyayê yên civakî ku em diemilînin saziyên bazirganiyê ne. Pere qezenc dikin lê bacê nadin. Çawa ku îro di bazirganiyê da dema hûn malekî bifiroşin divê baca wî jî bidin di qada nîqaşî da jî dema hûn pere qezenc bikin divê hûn baca wî jî bidin û nedayîn sûc e. Ji ber vê jî bi van saziyan ra ez jî di nav da dema bi serok û heyetên wan ra em axivîn me got 'Werin li vê derê şaxeke xwe vekin, baca xwe razînin û di mijara naverokên sedema aciziyê da ne bila muxatabek hebe û ev pirsgirêk awayek zelal bi rêya hiqûqî bên hel kirin û ji bo vê jî em li çareseriyan mêze bikin.' Lê wan vê yekê red kirin. Niha bi vê verastkirinê va qanûneke ku du kutekên vê yanî qismê mafên kesanetiyê û qismê bazirganiyê jî di nav xwe da dihewîne qasî ez zanim tê amadekirin. Ev yek helbet wê di kontrola Meclisê da be. Ez wisa difikirim ku wê verastkirineke wiha bi kêrî herkesî bê. Tiştekî wek sewtika muxalefetê sarkirin, rengên li holê rakirin, rê li ber îfadekirina fikr û ramanan girtinê tuneye. Li wê derê di nav rê û rêzikên kifşkirî da herkes dikare fikr û ramanên xwe awayek azad bîne ziman. Ji bo vê tu astengî tuneye. Lê weke dibêjim dema dema tiştek di nav xwe da sûc bihewîne, êrîşî mafên kesanetiyê bike û taybetiya jiyanê binpê bike, propagandaya rêxistina terorê be û rasterast mirov teşwîqê sûc bike wê çaxê wê li hemberî van tewdîr bên hildan û ev jî tiştekî pir ji rêzê ye."

PIRS: Hûn wek hikûmet bi rastî li Tirkiyeyê piştgiriyê didin medyaya civakî? Yanî bi vî awayî hûn piştevaniya medyaya civakî dikin?

BERSIV: Wek qad û amûreke ragihandinê ya rastîn helbet em nikarin li hember wê çavê xwe bigirin, em hemî bi kar tînin û jê îstifade dikin... Lê ez wisa texmîn dikim ku di rojên dawîn da şêwe, ziman, parvekirinên nexweş ên li ser medyaya civakî tên parvekirin herkesî aciz dike. Lê ez vê jî bibêjim tenê bi derxistina qanûnê ev nayê çareserkirin. Lazime di vê mijarê da civak piçek çav vekirî be. Civaka me divê li hemberî parvekirinên di nav xwe da sûc dihewînin, mirov şermezarî dikin, dijî exlaqê ne û kesayeta taybet binpê dikin bi hevkarî bertek nîşan bidin. Berî serî li rê û rêgezên qanûnê bidin divê wîcdana mirov bikeve dewrê û herkes wan parvekirin û wan kesan şermezar bike. Ew kes ji van qadan bên derxistin. Ev êrîşeke li hemberî jinekê jî dibe, dev avêtina li ser zarokekî jî dibe û tiştekî din jî dibe. Di vê mijarê da verastkirineke qanûnî çiqas girîng be jî divê kontrola şexsî û wîcdan jî ewqas di rewacê da be û mirov divê bi vê jî bizanibe."

PIRS: Dema em li çand, hûner û kevneşopiyên xwe yên civaka Tirk mêze dikin dibînin ku ev medyaya civakî qet li gor me nîne. Yanî mirov dikarin heqaretê li jinekî bikin, çêr bikin û heqaretê li malbata wî bikin. Ev di nav civaka me da nîne. Ez wisa difikirim ku medyaya civakî zirarê dide civakê. Nizanim hûn çi dibêjin ji bo vê?

BERSIV: Mirov ji ser medyaya civakî bi nasnavên sixte û rûyên sixte dikarin xeberdin û medyaya civakî jî vê derfetê dide wan. Kesên ji vê yekê îstifade dikin zirarê didin qadê û mixabin em jî dibênin ku ji rûyê wan kesan da ev qad dikeve vî halî. Belkî jî ew verastkirina di qada wîcdanê ya ku ez tînim ziman bi vê ra eleqedare. Hûn çi dibêjin awayek rast, bi exlaqî bibêjin. Xwe di bin nav û hesabên sixte da veneşêrin û nebêjin, hûn çine derkevin û bibêjin. Kesên newêrek vê qadê qirêjî dikin.

PIRS: Ezbenî pirsa me ya dawîn li ser Ayasofyayê ye. Hûn jî dizanin ku nika li Dadgeha Şêwirê pêvajoya Ayasofyayê heye. Lêbelê der barê Ayasofyayê da ji aliyekî va jî ji Amerîkayê daxuyaniyek hat dayîn, ji Yewnanistanê daxuyaniyek hat. Hûn van daxuyaniya çito dinirxînin? Di rojên pêşiya me da em ê di mijara Ayasofyayê da çi bibînin?

BERSIV: Nika mijara Ayasofyayê vegerînin mizgeftê demeke dirêj e di rojeva me da ye. Mijareke wisa ye ku di civakê da daxwaz û giraniya wê heye. Kesên rexne dikin û dibêjin "Heke têxin mizgeft nasnameya wê ya mîrata dinyayê ew ê betal bibe" hene. Welatên ku hûn dibêjin rexneyên wisa kirin û daxuyanî dan. Lêbelê bi me wisa xanê nake. Hemû mizgeftên me yê selatîn (mizgeftên Siltanan dane çêkirin) wek mînak mizgeftên Siltanehmed, Fatîh, Silêmaniye û mizgeftên din hem ji îbadetê ra hem jî ziyaretê ra vekirî ne. Turîst jî dikarin di saetên hatine eşkerekirin da herin bigerin. Ji bo ku turîstên xwecî û biyanî herin bigerin lazim nake ku mekan muze be. Li Parîsê mînaka Notre Dameyê heye. Hem muze ye hem jî dêr e. Dema ayînê da Xiristiyan diçin ayîna xwe dikin. Di demên din da jî turîst diçin ziyaret dikin. Dîsa li Parîsê Dêra Sacre Coeuerê heye. Li pêşiya vê tu astengek tune. Ayasofyayê jî têxin mizgeft asteng tune ku turîst neçin ziyaret nekin. Ji ber vê mijareke wisa tune ku ji mîrata dinyayê tiştekê winda bike. Dîroka vê derê wekî dêr dest pê kiriye, wekî mizgeft dewam kiriye paşê jî wekî muze dewam kiriye. Di nav van 3 nasnameyan da bawer bikin ku ya ji nasnameya wê ya sereke herî dûr muze ye. Yanê wekî perestgeh hatiye avakirin, paşê bûye mizgeft û ji 500 salî zêdetir wisa dewam kiriye. Di salên ewil ên Komarê da hûn jî dizanin ku mizgeft bû Ayasofya. Yanê hetanî sala 1934an, ji 23yan hetanî 34an. Yanê ku sala 1920î destpêk qebûl bikin wekî vekirina Meclisê, ji xwe wekî mizgeft xizmet daye. Ji ber vê ji bo îbadetê vekirina Ayasofyayê ji nasnameya mîrata dinyayê ya wê tiştekê nade der û kêm nake. Ji berê zêdetir kes dikarin ziyaret bikin lê bigerin. Çawa ku kal û bavên me îkonên Xiristiyanan ên li wê derê mihefeze kirin vê şûnda jî ew ê werin mihefezekirin. Dîsa ew ê ji ziyaretê ra vekirî be. Ji bo vê dikarin xebatê bikin. Ev tiştên wisa nînin ku ji yekî yek kêm bibe.

PIRS: Belê, lêbelê dema ji Ewropayê mêze dikin jî ciyê ku ji eslê xwe dêr e dîsa dixin mizgeft, ev jî wekî hikûmeta Tirkyeyê li dijî dînên din misemeheyê nîşan nade xanê dike. Lêbelê xebatên hikûmeta we yên wekî vekirina dêra Axdamarê, Manastina Sumelayê (Îbrahîm Kalin dikeve navberê - li Stenbolê vekirina Dêra Hesin) hene. Gelo Tirkiye dikar rexneyên ji vê hêlê ra werin rabike.?

BERSIV: "Çendekî berê Serokomarê me beyanateke girîng da di vê mijarê da û got 'Dibe ku welatiyên me nizanibin lêbelê li Tirkiyeyê ji 400î zêdetir dêr û hawra çalak in û xebatên xwe didomînin.' Heke Dewleta Komara Tirkiyeyê an jî miletê me li dijî xeyrîmislîman tundî bikira, tune hesab bikira, înkar bikira yanê îro cimaeta meya xeyrîmsilîm a Xiristyan an jî Cihuyan ew ê tune bûya li Tirkiyeyê. Dema ewqas dêr û hewra dixebitin ev tê wê meneyê ku hem dewlet wisa qebûl dike hem jî civak wan bi aştiyane qebûl dike. Ew jî parçeyekê civaka me ne. Bi sedan sal in parçeyê vê civakê ne. Em û ew bi hev ra dijîn, li Stenbolê jî li Mêrdînê jî em ê bi hev ra bijîn. Hewcedariya me bi tewessid an midaxeleya tu kesî tune. Ez li Komara Tirkiyeyê wekî welatiyekî Xiristiyan an jî Cihu wekî welatiyê wekhev diaxivim, mijaran dinirxînim, ji bo çareserkirina hewceadriyan çi ji destê min bê dikim. Bi navçitiya tu kesî hewcedariya me tune. Serkomarê me serokekî wisa ye ku di van aslên dawîn da seroktiya vizyoner nîşan da. Vê ji min nepirsin ji mezinên cimaetên Xiristiyan û Cihuyan bipirsin, ew ê ji we ra qalê bikin. Yanê ji bo dîtina hewceariyên cimaetên dînî, vekirina perestgehan, parastina wan, meclisên dînî wekî Saînt Sînotê û ji bo dîtina hewcedariya alimên wan dayîna welatîbûnê, îadekirina malên wan ên hatine misaderekirin, dest dan ser Tirkiyeyê di van 10-15 salên dawîn da mesfeyeke mezin meşiya. Ev ji bo me tabloya rûmetê ye. Ji bo piraniya dînan, aştî û îstiqrarê gav hatine avêtin, gavên dîrokî hatine avêtin. Dema di vê mijarê da mêze dikin dibînin ku cimaetên me yên xeyrîmislîm hem ji polîtîkayên dewletê menûn in hem jî midaxeeya ji derva aciz in, em dikarin bi rihetî vê bêjin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.