Tirkiye

"Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazê wê di 30yê Gulanê da bê eşkerekirin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Birêz Serokomarê me di 30yê Gulanê da wê Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazê ji hemû dinyayê û Tirkiyeyê ra eşkere bike."

22.05.2019 - Rojanekırın : 25.05.2019
"Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazê wê di 30yê Gulanê da bê eşkerekirin"

Ankara

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Birêz Serokomarê me di 30yê Gulanê da wê Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazê ji hemû dinyayê û Tirkiyeyê ra eşkere bike."

Bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê Merasima Peşkavêtina Dozgerên Komarê û Hakimên Darazê hat lidarxistin.

Gul di bernameyê da axivî û destnîşan kir îro wê ciyê wezîfeya hezar û 446 endamên darazê eşkere bibe û got ku wê 788 wek hakim û 658 kes jî wek dozgerên komarê dest bi wezîfeyê bikin.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazê da wiha got: "Birêz Serokomarê me di 30yê Gulanê da wê Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazê ji hemû dinyayê û Tirkiyeyê ra eşkere bike."

Gul diyar kir Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazê wê nexşerêya wan be û wiha axivî: "Bi vê nexşerêyê wê baweriya 82 milyon welatiyên me bi darazê zêde bibe û wê ji bona reforman jî bibe nexşe û rêber."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.