Tirkiye

Bedena Diyarbekir ji avahiyên qaçax tê paqijkirin

Ruxandina 41 avahiyên ku di nava şerîta parastina sûran de yên li derdora bedena dîrokî ya Diyarbekirê de dimînin destpê kir.

Ahmet Aydın  | 16.09.2020 - Rojanekırın : 19.09.2020
Bedena Diyarbekir ji avahiyên qaçax tê paqijkirin

Diyarbakir

Ruxandina 41 avahiyên ku di nava şerîta parastina sûran de yên li derdora bedena dîrokî ya Diyarbekirê de dimînin destpê kir.

Li Sûra navçeya navendî ya Diyarbekirê, 2015an bi sedema ku bedenên dîrokî yên diyarbekirê di nava dîroka mirovahiyê de ast yaxud astên giring nîşan dide û ji hêla mîmarî, koma teknolojîk yan jî peyzajê nimûneyeke îstisnaî ye, sala 2015an ji aliyê UNESCOyê ve hat tescîlkirin.

Bi dayinên Wezareta Çand û Geştiyariyê û Wezareta Geşepêdanê ya hingî ve, sala 2019an rapor û projeya statîk, rolove, restîtusyon û restorasyona burcan ji aliyê Komisyona Zanistê û Lijneya Parastinê ve pesendî sitend.

Bi îhaleyeke Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, 10ê tebaxê weke asta berahî restorasyona burcên Ben û Sen, Nûr, Selçûkî, û Yedîkardeş ên ku herî bi îhtîşam û mezin in û herwiha li ser wan nivîs, motîfên ajelan hene, destpê kir.

- 41 avahî têne ruxandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, 41 avahiyên ku di nava şerîta parastina sûran de yên li derdora bedena dîrokî ya Diyarbekirê de dimînin ku piraniya wan bê tapo ne kire malê kamûyê.

Qada ku bû malê kamûyê jî êdî ruxandina avahiyên tê de destpê kir.

Piştî ruxandin û paqijkirina wan avahiyên navborî, dê îhtîşama burcên Ben û Sen, Nûr, Selçûkî, û Yedîkardeş ku nivîs, motîfên ajelan, nîşaneyên dîrokî li ser wan in, jinûve derkeve holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın