Tirkiye

Baxçeyên zerdeliyan bi "xêliya sipî" ziyaretvanan şaş û metel dihêlin

Li bajarê di salê da lê 40 hezar ton zerdelî tên komkirin bi hatina biharê daran kulîlk vekir

Haydar Şahin   | 28.03.2020
Baxçeyên zerdeliyan bi "xêliya sipî" ziyaretvanan şaş û metel dihêlin

Iğdır

Baxçeyên zerdeliyan ên li Îdira ji bajarên herî zêde lê zerdelî hêşin dibin daran kulîlk vedan û dîmenên xweşik derxistin holê.

Li bajarê di salê da lê 40 hezar ton zerdelî tên komkirin bi hatina biharê daran kulîlk vekir.

Baxçeyên li quntara Çiyayê Agiriyê bi kulîlkan çîl û sipî bûn, merivan şaş û metel dihêlin.

Baxçeyên zerdeliyan bi "xêliya sipî" ziyaretvanan şaş û metel dihêlin

Baxçeyên zerdeliyan ên li Îdira ji bajarên herî zêde lê zerdelî hêşin dibin daran kûlîk vedan û dîmenên xweşik derxistin holê. ( Hüseyin Yıldız - Anadolu Agency )

Kulîlkên sipî ji gelê herêmê û ziyaretvanan eleqeyeke mezin dibînin.

Dîmenên bêhempa wekî karpostalan xanê dikin.

Îlterîş Kagan Taşkinsuyê welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kesên cara ewil van baxçeyan dibînin û li ber van dîmenan şaş û metel dimînin.

Taşkinsu wiha axivî: "Baxçeyên zerdeliyan biharê kulîlkan vedikin û dîmenên xweşik derdixin holê. Her sal tebîethez, wênekêş, turîst û bûk û zava tên van deran digerin û dîmenan dikişînin."

Taşkinsu diyar kir ku baxçe eleqeyeke mezin dibînin û wiha pê da çû: 

Baxçeyên zerdeliyan bi "xêliya sipî" ziyaretvanan şaş û metel dihêlin

"Kesên tên vê derê wêneyan dikişînin. Hin kesên bi teyareyan tên jî ji hewayê baxçeyan dibînin û piştî li Îdirê digerin jî diçin dîtina baxçeyan, wêneyan dikişînin. Bi hatina biharê qerebalixiyeke mezin li baxçeyan çêdibe."

- "Wêne gelekî tên ecibandin"

Mert Ekmekçiyê li baxçeyan wêneyan dikişîne jî got: "Ez di hin demên salê da têm li vê derê wêneyan dikişînim û li ser medyaya civakî yan jî platformên din parve dikim. Em dikarin ji bo van baxçeyan bêjin neteweyî û navneteweyî rûyê danasîna Îdirê ne. Wêneyên van baxçeyan gelekî tên ecibandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın