Tirkiye

Baran û tavî dê tevahiya hefteyê tesîra xwe bidomîne

Li tevahiya welêt vê hefteyê hewa dê bi tavî û baran û her wiha ewrayî be. Ji roja pêncşemê û pê va pêleke nû ya baranê dê ji rojavayê başûrê welêt dest pê bike û germahiya hewayê dê 3 yan jî 5 pile di ser asta demsalê da be

Ayşe Karaosmanoğlu  | 02.12.2025 - Rojanekırın : 02.12.2025
Baran û tavî dê tevahiya hefteyê tesîra xwe bidomîne

Ankara

 Li tevahiya welêt vê hefteyê hewa dê bi tavî û baran û her wiha ewrayî be.

Abdullah Macîtê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Veguherîna Avûhewayê der barê rewşa hewayê ya vê hefteyê da nirxandin kirin.

Macît destnîşan kir ku li tevahiya welêt sibê berf û baran nayê payîn, dibe ku ber destê sibehê li deverên navîn û rojhilatê cih cihan mij û xumam çêbe.

Macît bal kişand ku ji roja pêncşemê û pê va pêleke nû ya baranê dê ji rojavayê başûrê welêt dest pê bike û wiha dewam kir:

"Roja pêncşemê barana ku dê li Îzmir, Mugla û Antalyayê dest pê bike, roja înê dê li Herêma Egeyê, Herêma Behra Spî û li rojavayê Marmarayê xwe nîşan bide. Baran her wiha roja şemiyê jî dê dîsa li rojavayê Marmarayê, Herêma Egeyê, Behra Spî û li başûrê Anadoluya Navîn bibare. Em li bendê ku roja yekşemê jî li tevahiya welêt baran û taviya bi birqetav xwe nîşan bide."

Macît her wiha got ku germahî derketiye ser asta demsalê û wiha dewam kir, "Germahiya hewayê dê 3 yan jî 5 pile di ser asta demsalê da be."

- Li sê bajarên mezin rewşa hewayê

Macît bal kişand ku li Stenbol û Enqereyê bi taybetî dawiya hefteyê taviya baranê tê payîn û germahî jî li Stenbolê 13 yan 14, li Enqereyê jî 12 yan 14 pile be.

Macît her wiha got ku li Îzmirê jî ew roja înê li benda taviya baranê ya giran in û germahî jî dê 15 yan jî 16 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın