Tirkiye

Bangewaziya ji bo kongreya deresayî ya li delegeyên CHPyê

Li Edeneyê 4 delegeyên kongreyê yên ku dixwazin CHP kongreya deresayî bike, îmze dan

Abdullah Tel  | 17.07.2018 - Rojanekırın : 17.07.2018
Bangewaziya ji bo kongreya deresayî ya li delegeyên CHPyê

Adana

ADANA 

Li Edeneyê ji delegeyên Kongreya CHPyê yên ku dixwazin kongreya deresayî bê kirin 4 kesan îmze da.

Ji delegeyên CHPyê yên Edeneyê Murat Oztanriover daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr heta niha 4 delegeyên kongreyê îmze dan û tê payîn ku ev reqam bigihîje 10î.

Oztanriover bibîr xist ku Parlamenterê Bîlecîkê yê CHPyê Yaşar Tuzun duh der barê îmzeyan da daxuyanî da û di roja ewil da bi qasî 350 îmze hatin berhevkirin û li gor encamên ne teqez ev reqam îro ji 400î derbas bûn.

Di axaftina xwe da Oztanriover ragihand ku li gor texmîna wî pêvajo wê di nav vê heftê da hel bibe û berî hilbijartinên herêmî û ji bo hesabê 24ê hilbijartinên hezîranê wê guherînek çêbibe û wiha pê da çû: "Guherîn îla çûna yekî nîne. Carna dema cihê wezîfeya mirovan dugûhere jî ev yek bi kêr tê. Ev yek lazime bê niqaşkirin û li ser vê meseleyê bê sekinandin. Em ji hemû partî û takeyên partiyê heman tiştî dixwazin. Di hilbijartina herêmî ya pêş me da divê em zêdetir çalak bin û partiyê bînin asteke wisa ku ji hemû mirovên li Tirkiyeyê dijîn bikaribe ray hilde û ji bo vê yekê hewl bidin û guherîneke bi vî rengî bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.