Di çarçoveya çalakiyeke ku ji aliyê Walîtiya Nevşehirê va hatibû organîzekirin, pankartên ku alên Tirkiyeyê û wêneyên şehîdan li ser bûn, li balonên hewaya germ hatin daliqandin.
Balonên hewaya germ yên ku ji aliyê ekîban va li Geliyê Kiliçlarê ya li bajaroka Goremeyê hatibûn amadekirin, piştî temambûna amadekariyên geştê ber bi ezmên va bilind bûn.
Balonên ku al û pankart hilgirtibûn nêzîkî saetekê li ser geliyên kevirê cinan û kevirên xwezayî firiyan.
Waliyê Nevşehirê Huseyîn Kok, Fermandarê Jendermeyan yê Nevşehirê Serbaz Mehmet Çîçek û Midûrê Ewlehiya Nevşehirê Serkan Karaman jî beşdarî çalakiyê bûn.