Tirkiye

Balafira ku wê ji Somaliyê birîndarên Tirk bîne gihîşt Mogadîşuyê

Hat ragihandin ku balafira Ekîba Xilaskirina Medîkal a Neteweyî û 9 xebatkarên cerrahî tê da ji bo birîndarên di êrîşa bombeyî ya li Somaliyê da bîne Tirkiyeyê li paytext Mogadîşuyê danî.

Abdullah Tel  | 21.01.2020 - Rojanekırın : 21.01.2020
Balafira ku wê ji Somaliyê birîndarên Tirk bîne gihîşt Mogadîşuyê

Ankara

Di parvekirina ji ser hesabê Wezareta Parastina Neteweyî ya li ser Twîtterê hat kirin da wiha hat gotin: "Balafira me ya aîdê Hêzên me yên Hewayî ku ji Enqereyê bo welatiyên me û xwîşk û birayên me yên Somaliyî yên di êrîşa terorê da birîndar bûbûn bîne tevlî amûrên tenduristî û ekîba tenduristiyê va gihîşt Mogadîşuya paytextê Somaliyê.

Balafira neqliyeyê ya eskerî ya bi tîpa A400Myê ya aîdê Hêzên Çekdar ên Tirk ku ekîba tendûristiyê jî tê da bişev ji Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgûtê rabûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.