Tirkiye

Balafira kargoyê ya ji bo penaberên Arakanî alîkariyê dibe ji Enqereyê bi rê ket

Cankut Taşdan  | 02.04.2021 - Rojanekırın : 02.04.2021
Balafira kargoyê ya ji bo penaberên Arakanî alîkariyê dibe ji Enqereyê bi rê ket

Ankara

Li Bangladeşê agir bi kampa ku penaberên Arakanî lê diman ket û tevlî gelek konan Nexweşxaneya Sehrayê ya Tirk a di xizmeta penaberan da bû jî zirar dît û ji bo ku nexweşxane ji nû va xizmetê bide kêmasiyên wê hatin tespîtkirin, li Tirkiyeyê amûrên hewce dikirin hatin temînkirin û bi Balafira Kargoyê va ji Enqereyê hatin şandin.

Bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ya Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo alîkarî biçe herêmê dest bi xebatê kirin.

Balafira kargoyê ya eskerî ku amûrên tibî, amûrên ji bo nexweşxaneyeke 50 nexweşên nav cî û nivînan dikarin lê bimînin barkirî tevlî 13 personelên Wezareta Tenduristiyê va ji Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê ber bi Bangladeşê va bi rê ket.

Balafireke din a ku amûrên alîkariyê û 22 personelên ji AFAD, TOKÎ û Wezareta Tenduristiyê wezîfedarkirî tê da bûn jî di 27ê Adarê da ji Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê çûbû Bangladeşê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.