Balafirên Tirkiyeyê ji bo piştevaniya Venezuelayê birê dikevin
Du balafirên ku ewê ekîbên rizgarî û alîkariya mirovî yên Tirkiyeyê veguhêzin, îro ji Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê ber bi Venezuelayê va birê kevin.
Hüseyin Cem Dağıstanlı
26 Hezîran 2026•Rojanekirin: 26 Hezîran 2026
ANKARA
Du balafirên ku ewê ekîbên rizgarî û alîkariya mirovî yên Tirkiyeyê veguhêzin, îro ji Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê ber bi Venezuelayê va birê kevin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), piştî ku agahî hat sitandin li herêma Yaracuya Venezuelayê bi dû hevdu da 2 erdhej çêbûn, AFADê peywendî bi saziyên peywendîdar, di serî da bi Wezareta Karên Derva, Wezareta Parastina Neteweyî, Wezareta Tenduristiyê û Rêveberiya Giştî ya Karûbarê Ewlekariyê ya Serokomariyê ra danî û dest bi amadekariyan kir.
Di encama danûstanên digel Sererekaniyê da balafireke neqliyeya eskerî ya bi cureyê A-400M hat texsîskirin.
Biryar hat dayîn ku ji Stenbol, Îzmir û Denîzliyê, Lêgerîn-Rizgarkirin û alîkariya mirovî ya AFADê ya 38 kesî, ji Wezareta Tenduristiyê ekîbeke UMKEyê ya 5 kesî, ji Heyva Sor a Tirkiyeyê, ekîbeke alîkariya mirovî ya 2 kesî, 2 kûçikên lêgerînê û 3 wesayîtên lêgerîn û rizgarkirinê yên bitechîzat bi balafirê ji Venezuelayê ra werin şandin.
Wezareta Parastina Neteweyî her wiha biryar da ku bi balafireke eskerî ya cureyê A-400Mê ji Lîwaya Alîkariya Mirovî, ekîbeke ji 22 kesan digel ekîpmanên wan, bişîne.
Tê plankirin herdu balafir jî îro saet 11.15an ji Balfirgeha Ataturkê ya Stenbolê birê kevin.
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva digel Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Venezuelayê di peywendiyê da ye û geşedanan ji nêz va dişopîne.
Balafirên Tirkiyeyê ji bo piştevaniya Venezuelayê birê dikevin