Tirkiye

"Avantaja me ya herî mezin bi binesaziya tenduristiyê ya xurt me zû dest bi têkoşîna dijî nexweşînê kir"

Serokomar Erdogan der barê têkoşîna dijî Kovîd-19ê da wiha got: "Di vê pêvajoyê da avantaja me ya herî mezin binesaziya tenduristiya me ya xurt û zû destpêkirina têkoşîna dijî nexweşiyê ye."

Nihat Kavşut   | 01.04.2020
"Avantaja me ya herî mezin bi binesaziya tenduristiyê ya xurt me zû dest bi têkoşîna dijî nexweşînê kir"

Istanbul

 Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê têkoşîna dijî Kovîd-19ê da wiha got: "Di vê pêvajoyê da avantaja me ya herî mezin binesaziya tenduristiya me ya xurt û zû destpêkirina têkoşîna dijî nexweşiyê ye."

Erdogan li Qesra Huberê ya li Tarabyayê bi vîdeo konferansê bi Serokên Bajaran yên AK Partiyê ra civîn çêkir.

Serokomar Erdogan der barê têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got ku armanca me ew e ku ev heyama nebaş a welatê me bi zirareke herî kêm va derbas bibe.

Erdogan diyar kir di vê pêvajoyê da (Kovîd-19) avantaja wan ya herî mezin binesaziya tenduristiya wan ya xurt û zû destpêkirina têkoşîna dijî nexweşiyê ye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir saziyên wan sepan û tevdîran dişopînin û wiha got: "Di mijara guhdayîna tevdîran da divê teşkîlatên AK Partiyê û dildarên partiya me bibin mînak û pêşengiyê bikin."

Erdogan got ku em mesafeya nêzîkî hevdusekinînê çiqas dûr bikin, belavbûna nexweşiyê jî wê ewqas bilez kêm bibe.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di vê pêvajoyê da biryardar in ku hilberîn û îxracatê bidomînin.

Erdogan der barê kampanyaya "Tirkiyeya min em têra hev hene" da wiha axivî: "Ez hemû teşkilatên me dawet dikim ku beşdarî vê kampanyayê bibin. Karsaz, xêrxwaz û welatiyên me xwedî li kampanyaya ku bi alîkariya bi meaşê şexsê min û yên endamên kabîneya me va dest pê kir, derketin. Hewce nake di nav dewletê da dewlet hebe. Hemû kampanya bi tenê ji hêla şaxên ku dewleta me eşkere kiriye va tên meşandin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir wek îqtidar mecbûr in ku hişyariyên hewce dikin bidin û wiha got: "Ez ji gelê me tika dikim ku heta ev rojên bipirsgirêk derbas bibin bila ji malên xwe dernekevin. Em pê bawer in ku gelê me wê guh bide qayideyan, hişyariyan û ewê wisa tev bigerin."

Erdogan got ku welatê me di 7 salên dawîn da gelek êrîş berteref kirin û wiha axivî: "Înşellah em ê îro ji vê tengasiyê jî derkevin. Heta mecbur nemînin emê ji malên xwe dernekevin, kuçeyan vala bihêlin, guh bidin paqijiyê û înşallah emê ji vê musîbetê wiha xilas bibin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê ji vê pêvajoyê xilas bibin û wê bi ser bikevin û wiha peyivî: "Em heta niha bi siyaseta berheman, bi siyaseta xizmetan va derketin pêş gelê xwe, ji vir pê va jî emê li ser heman rêyê bimeşin."

Erdogan balê kişand ser daxuyaniyên mixalefetê û got ku tişta ku mixalefet dibêje, divê guhê wê jî bibihîze û wiha dewam kir: "Heger haya wan ji gotinên ku ji devên wan dertên tunebe, miletê me gava dema wê hat dê bersiva wê bide wan."

Serokomar Erdogan got ku me ji ber Kovîd-19ê navber dabû kongreyên xwe yên navçeyan, tehdîd çawa ji holê rabe, emê dîsa dest pê bikin Û wiha dewam kir: "Em tu carî ji wan merivên di hilbijartinan da çûn ber deriyê gel nebûn û em nebin jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.