Tirkiye

Ava berf û baranê bi kêrî Bendava Ozluceyê ya li Bîngolê ye hat

Bendava ku ji ber hişkayiyê rêjeya ava tê da bû di meha tîrmeha borî da heta ji sedî 2,1ê daketibû îsal bi barîna berf û baranê niha ji sedî 68,7 e.

Rıdvan Korkulutaş, Aydın Arik   | 10.05.2022
Ava berf û baranê bi kêrî Bendava Ozluceyê ya li Bîngolê ye hat

Bingöl

 Li Bîngolê ava di Bendava Ozluceyê da îsal ji ber barîna berf û baranê zêde bû.

Sala par ji ber kêmbarîn û hişkayiyê rêjeya ava di bendavê da ji asayîbûnê zêdetir kêm bû û terq li axa wê ket lê îsal bi saya berf û barana zêde herêm bi ser xwe da hat.

Li gor daneyên Midûriyeta Herêma 9emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) par di meha gulanê da ava di bendavê da ji sedî 33,9 bû û di meha tîrmehê da ji ber hişkayiyê heta sedî 2,1ê daket.

Îsal bi saya berf û barana zêde rêjeya ava di bendavê da zêde bû û gihşt ji sedî 68,7an.

Guherîna reng û rûçikê li der û dora bendavê ji alî ekîba AAyê va bi droneyê hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın