Tirkiye

Artêşê Iraqê û Pêşmergeyan di mijara tevkariya dijî DEAŞê da li hev kir

Zeynep Hilal Karyağdı Duran  | 05.12.2021 - Rojanekırın : 07.12.2021
Artêşê Iraqê û Pêşmergeyan di mijara tevkariya dijî DEAŞê da li hev kir

Baghdad

 Di navbera Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge da li dijî DEAŞa rêxistina terorê seba herêmên ku di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da valahiya ewlehiyê heye, peymana tevkariyê hat kirin.

Li gor nûçeya INAya ajansa fermî ya Iraqê, ji Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) heyetek duh li Bexdayê bi Fermandariya Operasyonên Hevpar a Wezareta Parastina Iraqê ra civîn kir.

Di civînê da peyman hat îmzekirin ku li dijî terorê li hemû bajaran ewlehî were sazkirin. Di çarçoveya peymanê da hikûmeta navendî û HKI wê tevkariya xwe zêde bikin û bi hev ra agahiyên îstixbarî parve bikin.

Her wiha biryar hat dayîn ku seba têkoşîna terorê biryar hat dayîn ku di qada eskerî û ewlehiyê da hevdîtinên dualî dewam bikin.

Ji ber lihevnekirina artêşa Iraqê û Pêşmergeyan li herêmên ku ewlehî lê tunebû, seba têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê dibû sedema pirsgirêkên mezin.

DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da temamiya wilayetên Mûsil, Selahaddîn û Enbarê û qismekî bajarên Diyala û Kerkûkê bi dest xistibû û herêmên navborî bi demê ra ji destê rêxistinê paşda hatibûn sitandin.

Serokwezîrê heyamê Heyder el-Îbadî di 9ê kanûna pêşîn a 2017an da ragihandibû ku dijî DEAŞê bi ser ketin.

Digel ku ji ser ra 4 sal derbas bû ku Iraq ji DEAŞê hat paqijkirin li herêmên çolwar ên wilayetên navborî êrîşên rêxistinê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın