Tirkiye

Amerîkayê ji bo perçeyên F-35an wê bi şirketên Tirk ra hevkariya xwe bidomîne

Türkan Tosun  | 01.07.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Amerîkayê ji bo perçeyên F-35an wê bi şirketên Tirk ra hevkariya xwe bidomîne

Washington DC

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) daxuyand ji bo perçeyên Balafira Êrîşê ya Hevpar F-35an ewê heta sala 2022an bi şirketên Tirk ra bixebitin.

Yek ji Berdevka Pentagonê Jessica Maxwellê der barê mijarê da pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.

Maxwellê got çêkirina 139 perçeyên balafira F-35an a ku şirketên Tirk wan çêdikin wê di sala 2022an da dewam bike.

Maxwell wiha axivî: "Şîrêkên me yên pîşesaziyê wê peymana xwe bidomînin. Bernameya F-35ê di vê mijarê da hewl da ku ji betalkirina peymanên belahewa û yên pergalê xirab dikin dûr bisekine."

Tirkiyeyê dema ku ji Rûsyayê pergala parastinê S-400an stendibû, Amerîkayê jî par di meha tîrmehê da hevkariya xwe ya Tirkiyeyê ya ji bo F-35an dabû rawestandin. Lê ji bo çêkirina perçeyên wan Amerîkayê bi şirketên Tirk ra peymanên xwe betal nekiribû û destûr dabû wan ku ew heta dawiya salê karê xwe bidomînin.

Ji ber vîrusa koronayê ya nû çêkirina perçeyên F-35an jî rawestiyabû û pirsgirêk çêbûbûn.

Şirketên Tirk ji bo F-35an ji hezarî zêdetir perçeyan çêdikirin.

Tirkiyeyê gotibû ewê 100 balafirên F-35an bikire lê milkiyeta 6 balafiran dewr hildabû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın