Tirkiye

Amerîka ji bo 2 keştiyên wê yên şer bikevin Behra Reş agahiya dîplomatîk da Tirkiyeyê

Nazlı Yüzbaşıoğlu  | 09.04.2021 - Rojanekırın : 10.04.2021
Amerîka ji bo 2 keştiyên wê yên şer bikevin Behra Reş agahiya dîplomatîk da Tirkiyeyê

Ankara

Hat ragihandin ku 2 keştiyên şer ên Amerîkayê ew ê ji Geliyên Tirkiyeyê ra derbasî Behra Reş bibin û hetanî 4ê gulanê li wê derê bin ji bo vê jî agahiya dîplomatîk dan Tirkiyeyê.

Çavkaniyên dîplomatîk li ser xeberên dibêjin Amerîkayê 2 keştiyên şer bişîne Behra Reş gotin, "Li gor Peymana Montroyê 15 roj berê bi kanalên dîplomatîk agahî dan me ku 2 keştiyên şer ên Amerîkayê ew ê derbasî Behra Reş bibin."

Çavkaniyan gotin pîlan dikin ku keştî di 14 û 15ê nîsanê da derbasî Behra Reş bibin û di 4 û 5ê gulanê da vegerin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.