Tirkiye

Alîkariyên bo erdhejê bi balafirên kargoyê yên eskerî tên şandin

Ekîbên di kar û xebatên lêgerîn û xilaskirinê da wê cih bigirin û amûrên alîkariyê ji Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê bi balafirên kargoyê va ji herêmê ra tên şandin.

Abdullah Tel  | 25.01.2020 - Rojanekırın : 27.01.2020
Alîkariyên bo erdhejê bi balafirên kargoyê yên eskerî tên şandin

Ankara

Amûrên alîkariyê yên ji hêla Heyvasor û AFADê va ku piştî erdhejê hatin amadekirin li balafirên kargoyê yên eskerî hatin barkirin.

Ji AFAD, UMKE, Tîma Agirkujiyê ya Enqereyê û AKUTê nêzî 100 xebatkar û 3 kuçikên lêgerînê bi 4 balafirên eskerî va şandin herêma erdhej lê qewimî.

Alîkariyên bo erdhejê bi balafirên kargoyê yên eskerî tên şandin

Hat ragihandin ku tevlî kes û amûrên alîkariyê yên hatin şandin heke hewcedarî çêbibe wê sewqiyatên nû ji bo herêmê bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın