Tirkiye

Altun bi vîdeoyeke Dayikên Diyarbekirê Roja Dayikan pîroz kir

Mehmet Tosun  | 09.05.2021 - Rojanekırın : 10.05.2021
Altun bi vîdeoyeke Dayikên Diyarbekirê Roja Dayikan pîroz kir

Ankara

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun vîdeoyeke tê da Dayikên Diyarbekirê yên ku li ber deriyê Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo bigîhîjin zarokên xwe çalakiya rûniştinê dikin hene weşand û Roja Dayikan pîroz kir.

Altun li ser hesabê xwe yê Twîtterê bal kişand Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê û got ev der bi salane ji bo ku PKKya rêxistina terorê ra endaman peyda bike wek navend tê bikaranîn.

Di peyama xwe da Altun got 232 malbatên ku zarokên wan ji hêla HDPyê va hatine xapandin û beşdarî PKKya rêxistina terorê bûne ev 615 roj in ji bo ku bigîhîjin zarokên xwe çalakiya rûniştinê dikin, ji van zarokan 25 xort û qîzan dengê dayikên xwe bihîstin, ji PKKyê reviyan û gihîştin malbatên xwe.

Altun bi vîdeoyeke Dayikên Diyarbekirê Roja Dayikan pîroz kir

Di vîdeoyê da peyama "Emê terorê ne bi tenê şer, bi hezkirina xwe va biqedînin" hat dayîn.

Altun Roja Dayikan pîroz kir û wiha got: "Dilê dayikan bi çek û gefxwarinan va nikare bê tirsandin. Ez di serî da roja dayikên me yên şehîdan, Dayikên Diyarbekirê û hemû dayikan pîroz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın