Altun bertek nîşanî parvekirina ser meha remezanê ya Wildersê siyasetmedarê Holendayî da
Ankara
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun li ser medyaya civakî bi peyameke bivîdeo va bertek nîşanî parvekirina li ser meha remezanê ya Geert Wildersê pêşengê Partiya Azadiyê ya tundraw ê Holendî da.
Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke bivîdeo parve kir û di vîdeoyê da cih da wêneya Wilders jî. Altun di peyama xwe da wiha got, "Wildersê bêrehm nûnerê tundrawî, nijadperestî, tundî û faşîzmê ye. Îslam tundrawî, nijadperestî, tundî û faşîzmê şermezar dike. Nijadperestiyê bidin sekinandin."
Wildersê tundraw di parvekirina xwe da îdia kiribû ku Îslam aîdê Holendayê nîne û wiha gotibû, "Îslam û remezanê bidin sekinandin."