Tirkiye

Altunê Serokê Ragihandina Serokomariyê bertek nîşanî xebera li ser Çavuşoglu da

Mümin Altaş   | 26.10.2021
Altunê Serokê Ragihandina Serokomariyê bertek nîşanî xebera li ser Çavuşoglu da

Ankara

ANKARA (AA) - Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê der barê xebera DW Tirkî ya li ser Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva da got, "Hûn bi tenê xebera derewîn çênakin zirarê didin têkiliyên Tirkiye-Almanyayê jî."

Altun li ser medyaya civakî der barê xebera li ser Çavuşogluyê wezîr da peyam weşand.

Altun bi bîr xist ku Çavuşoglu duh bi şev xeber derewand û wiha pê da çû:

"Ligel vê hûn vê derewê didomînin. Heke armanca we çêkirina xeberê bûya we yê xebera xwe paşda bikişanda û lêborîn bixwesta. Hûn bi tenê xebera derewîn çênakin zirarê didin têkiliyên Tirkiye-Almanyayê jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.