Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Bulent Turan got, "Di civaka me da 86 milyon wê mil bide hev û em ê Tirkiyeya Bêteror bi hev ra ava bikin."
Turan li Navenda Çand û Hunerê ya Kapadokyayê beşdarî Civîna Dîwana Bajêr a Berfirehkirî ya AK Partiyê bû.
Turan li vê derê axivî û li ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror jî sekinî.
Turan daxuyand ku Tirkiyeya Bêteror wê bi milet ra were avakirin û wiha dewam kir:
"Li Meclisê pêşiyê qonaxa komîsyonê heye paşê ya Lijneya Giştî. Wekî her pêvajoyên din em ê gavên xwe saxlem bavêjin. Jixwe karekî ku dê şehîdên me, xaziyên me û miletê me xemgîn bike, em nakin, lê me ji xwe ra kiriye wezîfe ku em vê rêxistinê tesfiye bikin, êdî êş û jana me ya şehîdan çênebe û careke din pênaseya aliyê din ê Sîvasê neyê kirin. Ji ber vê yekê em ê wê qanûnê derxin, rêvebirên sereke yên rêxistinê wê çi bikin, yên ku sûc kirine wê çawa bên cezakirin, yên tevî sûcan nebûne û tenê bûne endam wê çawa werin tesfiyekirin. Ev wê tev li Meclisa me werin nirxandin. Di civaka me da 86 milyon wê mil bide hev û em ê Tirkiyeya Bêteror bi hev ra ava bikin. Wekî encam AK Partî hereketeke mezin û destaneke kesnedîtî ye. Nivîskarê vê destanê milet bixwe ye, qelema vê destanê Recep Tayyîp Erdogan e, hibra vê destanê teşkîlata me ye. Em ê vê destana xwe ya meşê hemû bi hev ra bidomînin."