Tirkiye

Aktivîstên Gola Wanê di Şelaleya Muradiyeyê ya ku qismek qerimî ye da avjenî kir

Necmettin Karaca   | 10.01.2022
Aktivîstên Gola Wanê di Şelaleya Muradiyeyê ya ku qismek qerimî ye da avjenî kir

Van

 Endamên Komeleya Aktivîstên Gola Wanê di Şelaleya Muradiyeyê ya ku qismekî wê qerimî ye da avjenî kir.

Endamên komeleyê ji bo piştgiriya danasînê ya Şelaleya Muradiyeyê çalakî li dar xist.

Çalakî bi piştgiriya şaredariya navçeyê hat lidarxistin. Ji endamên komeleyê hinekan di nav ava şelaleya ku 20 mêtre ji jor va diherike da avjenî kir.

Endaman govend geran û li ber muzîkê reqisîn.

Kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin jî wêneya herêmê kişandin.

Serokê Komeleyê Dr. Erdogan Ozel ji rojnamegeran ra got ku şelale her demsal xweş e û ji ber vê jî rastî eleqeyê tê.

Ozel daxuyand, wan ji bo piştgiriya danasîna herêmê û turîzma zivistanê ev çalakî li dar xist û wiha dewam kir:

"Em bi grûbeke 60 kesî va li vê derê ne. Me govend gerand, bi berfê leyîst û em 20 kes jî ketin ava şelelayê û me tê da avjenî kir. Xweş derbas bû. Em spasiya Şaredariya Muradiyeyê dikin ku piştgirî da me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın