Tirkiye

Agir bi loda gîhê ket û gîha hemû şewitî

Li Eleşkîrta navçeya Agiriyê agir bi loda gîhê ket û nêzî 25 hezar texe gîha bû kumûtk

İbrahim Atmaca  | 21.07.2019 - Rojanekırın : 22.07.2019
Agir bi loda gîhê ket û gîha hemû şewitî

Ağrı

Li Eleşkîrta navçeya Agiriyê agir bi loda gîhê ya malbata ku debara xwe bi rêncberiyê dike, ket û nêzî 25 hezar texe gîhayê ku malbatê seba zivistanê wek debara heywanên xwe lod kiribû, şewitî

Rêncber Bekir Kahramanê ku li Ergozuya gundê ser navçeyê dijî, bi heywandariyê debara xwe dike. Ji ber sedemeke nediyar agir bi loda texeyên çewlika Kahraman ket.

Li ser êxbara gundiyan ekîbên îtfaiyeya şaredariya Eleşkîrt û Agiriyê hatin cihê bûyerê û bi alîkariya makîneyên kar agir di nav 3 saetan da temirand.

Di şewatê da nêzî 25 hezar texê gîhê şewitîn.

Serkan Kahramanê birayê Bekir Kahramanê xwediyê çewlikê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di şewatê da 25 hezar texên gîhê şewitîn û bûn kumûtk.

Kahraman got ku di şewatê da tiştek bi kesî nehat û giraniya gîhayê ku şewitî nêzî 410 tonî bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.