Tirkiye

900 gurz giha şewitî

Li Bazîda navçeya Agiriyê li hewşa heywandarekî şewat derket û 900 gurz gihayê wî şewitî

Haydar Şahin   | 19.08.2019
900 gurz giha şewitî

Ağrı

Li Bazîda navçeya Agiriyê li hewşa heywandarekî şewat derket û 900 gurz gihayê wî şewitî.

Li hewşa mala Mehmet Şirîn Yavuzê li Taxa Wetanê dijî û heywandariyê dike, ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn şewat derket.

Agirê şewatê bi tesîra bayê ra xwe avête loda gihê û lod şewitî.

Welatiyên ku şewat dîtin haya polêsan û wezifedarên agirkujiyê pê xistin.

Ekîbên agirkujiyê piştî xebateke demdirêj li ber xwe da agir temirandin ku xwe nevêje malên li der û dorê. 900 gurz gihayê Yavuz ji bo alifê zivistanê xistibû lodê şewitî bû xwelî.

Hat ragihandin ku li ser sedema şewatê dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın