Tirkiye

65 dermanên din jî li ser lîsteya dermanên ku pereyê wan paşva tên dayîn hatin zêdekirin

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk: "Bi van dermanan va hejmara dermanên ku SGK mesrefa wan dide derkete 8 hezar û 862yan."

Türkan Tosun   | 18.10.2020
65 dermanên din jî li ser lîsteya dermanên ku pereyê wan paşva tên dayîn hatin zêdekirin

Ankara

 Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand jê yek dermanê pençeşêrê, 8 heb yên nexweşiyên bêhnstendinê û 5 heb jî yên diyabetê tevahî navê 65 dermanan li ser lîsteya dermanên ku pereyê wan paşve tên dayîn hatin zêdekirin.

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got wan navê hin dermanên nû yên ku pereyê wan paşve bên dayîn xistiye lîsteye Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) û wiha dewam kir: "Jê yek dermanê pençeşêrê, 8 heb yên nexweşiyên bêhnstendinê û 5 heb jî yên diyabetê tevahî navê 65 dermanan li ser lîsteya dermanên ku pereyê wan paşve tên dayîn hatin zêdekirin. Ji van 63 derman xwemalî ne. Bi van dermanan va hejmara dermanên ku SGK mesrefa wan dinde derkete 8 hezar û 862yan."

Wezîr Selçûkê got welatî dikarin van dermanan ji dermanxaneyên ku peymana wan bi SGKyê ra heye temîn bikin û got Xwedê şifayê bide wan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın