Muhammed Emin Canik, Sinan Doğan
13 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2026
275 çadirên ku AFADa Wezareta Karên Navxweyî temîn kirin û 7 ton alavên tibî yên ku Wezareta Tenduristiyê temîn kirin, bi tevahî wekî 30 ton alavên alîkariya însan ji Venezuelayê ra hat şandin.
Balafiran li Balafirgeha Simon Bolivarê danîn û Balyozê Caracasê yê Tirkiyeyê Nacî Aydan Karamanoglu û Wezîrê Karên Derva yê Venezuelayê Yvan Gil alîkariya însanî pêşwazî kir.
Balyoz Karamanoglu li vê derê axivî û diyar kir, piştî felaketa du erdhejên mezin saziyên Tirkiyeyê "xîreteke mezin" nîşan da.
Karamanoglu destnîşan kir, ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên Tirkiyeyê du hefteyan ser hev "fedakariyeke mezin" nîşan da û wiha dewam kir, "Miqamên Venezuelayê û gelê Venezuelayê pesnê ekîbên me didin. Bi rastî jî li vê derê bi cesaret û fedakariyeke mezin ligel dostên me yên Venezuelayî man. Ji îro pê va wezîfeya xwe kuta kirin û em wan bi rê dikin welatê me. Du balafirên ku ji bo ekîbên me hatin jî nêzî 30 tonî alavên alîkariya însanî anîn Venezuelayê."
Wezîrê Karên Derva yê Venezuelayê Yvan Gil jî seba alîkariyan spasiya Tirkiyeyê kir.