Tirkiye

3 malbatên nû beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Diyarbekirê bûn

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyê bajêr ê HDPyê ya Diyarbekirê dewam dike, 3 malbatên nû beşdarî çalakiyê bûn

11.09.2019
3 malbatên nû beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Diyarbekirê bûn

Diyarbakir

Li Diyarbekirê 3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên zarokên wan revandinê çiyê ya li ber avahiyê bajêr a HDPyê bûn.

Hejmara malbatên dibêjin zarokên wan ji hêla HDPyê va hatine xapandin û çûne çiyê her ku diçe zêde dibe.

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyê bajêr ê HDPyê ya Diyarbekirê di 3yê îlonê da dest pê kiribû dewam dike, malbatên nû beşdarî vê çalakiyê dibin.

- "Ez an cinazê wî dixwazim an jî xeberekî ji wî dixwazim"

Mehmet Karamanê ku 22 sal berê kurê wî Ercan Karamanê 18 salî ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin jî beşdarî çalakiyê bû û wiha got: "Heta niha min tu xeber ji kurê xwe hilneda. Ez an cinazê wî dixwazim an jî xeberekî ji wî dixwazim. Kurê min çû çiyê, kezeba min şewitiye, 22 sal ne hindik e."

Fatma Akkuşa ku beşdarî çalakiya rûniştinê bû jî got qîza wê Songul Akkuş 5 sal berê xapandine û birine çiyê, li ser medyaya civakî wê dîmenên qîza xwe yên nîşan didin ku ew beşdarî refên rêxistina terorê bûye hatine weşandin.

Akkuş got ew hatiye partiyê lê tu agahî nehatiye dayîn û wiha dewam kir: "Min heta niha tu xeber jê hilneda. Dema ew birin 15 salî bû, 5 sal e ez jê xeberê hilnadim. Ezê piştgiriyê bidim dayikan."

- "Ev karê Misilmanan e?"

Halîme Şehîtoglu û MAcîde Usluya ji Erziromê ji bo xwarziyên xwe hatine jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Macîde Usluyê got 5 sal e haya wan ji xwarziyê wan tune û wiha axivî: "Ez dixwazim bangî parlamenterên HDPyê bikim, zarokên wan bila li Ewropayê bigerin, zarokên me jî bên girtin. Ev karê Misilmanan e? Em zarokên xwe dixwazin. Heke ew dil bikin, ewê zarokên me bînin. Kurd û Tirk em biran e, cudahiya me tune."

Halîme Şehîtoglu jî wiha got: "Em zarokên xwe dixwazin. Herkes ji xwe ra dijî, haya me ji zarokên me tune. Ev ax têra her kesî dike, ev çi zalimtî ye?"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın