15 kesên ji bo sixuriya Îsraîlê dixebitin hatin girtin
Istanbul
Der barê 15 şikbarên ji ber ku li Tirkiyeyê ji bo îstixbarata Îsraîlê dixebitin, agahî û belgeyên girîng ji bo Îsraîlê berhev dikin hatibûn binçavkirin da biryar hat dayîn ku ew ji ber sûcê "sixuriya navneteweyî" bên girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê kesên ku eleqeya wan bi îstixbarata Îsraîlê ra heye û ew bi welatiyên Sûriye û Filistînê yên li Tirkiyeyê ne ra ji bo dewleta Îsraîlê dixebitin da lêpirsîn da destpêkirin.
Hat tesbîtkirin ew agahî û belgeyên girîng ji bo Îsraîlê bi dest dixin, bi van va pereyan transfer dikin, bi rêya ofîsên havale û kuryeyan va pereyan didin û sixuriya navneteweyî dikin.
Li ser vê operasyon hat kirin û 15 kes hatin binçavkirin.
Piştî karên wan ên adliyeyê îfadeya şikbaran hat hildan û ji bo ku ew ji ber sûcê "sixuriya navneteweyî" bên girtin ew sewqî Hakimtiya Cezaya Sulhê ya Stenbolê hatin kirin.
Mehkemeyê biryar da ku ev 15 şikbar bên girtin.
Piştî biryarê ew şandin Girtîgeha Maltepeyê.