Tirkiye

131 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê hatin dersînorkirin

Muhammed Gencebay Gür  | 25.06.2022 - Rojanekırın : 26.06.2022
131 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê hatin dersînorkirin

Istanbul

 Di çarçoveya sepandinên li hemberî kesên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûne da 131 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê hatin qefaltin û ew li Balafirgeha Stenbolê balafirê hatin siwarkirin û ber bi Efxanistanê va hatin şandin.

Xebatên ji bo rê li koça bêdestûr û koçberên dereqanûnî bên girtin girtin, didomin.

Di vê çarçoveyê da miemeleya der heqê 131 koçberên bêdestûr ên hêzên ewlehiyê ew qefaltibûn û teslîmî navenda paşveşandinê kiribûn temam bû û Serokatiya Îdareya Goçê bo wan ewraqê gerê amade kir û ew şandin Balafirgeha Stenbolê.

Di bin kontrola polês û cendirmeyan da koçber ji cihên kontrolê derbas bûn û ji bo bişînin Efxanistanê li balafirê hatin siwarkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.