Tirkiye

11 kesên di peyamên xwe da heqaret li Wezîr Albayrak û malbata wî kiribûn, hatin binçavkirin

Haydar Şahin  | 01.07.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
11 kesên di peyamên xwe da heqaret li Wezîr Albayrak û malbata wî kiribûn, hatin binçavkirin

Ankara

Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê diyar kir ku 11 kesên di peyamên xwe da li Wezîrê Xeznîne û Darayiyê Berat Albayrak û malbata wî heqaret kirine hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da hat diyarkirin ku li dijî kesên ji 30yê hezîranê pê va li ser medyaya civakî li Albayrak û malbata wî heqaret kirine, kes û sazî hedef nîşan dane xebat dan destpêkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di vê çarçoveyê da ji 19 bikarhênerên van hesaban 11 kes hatin binçavkirin, der barê van kesan da tehqîqata edlî dan destpêkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Teşkîlata Polêsên Tirkiyeyê wekî ku di her qadê da dijî sûc û sûcdaran têkoşînê dide wezifeya xwe li medyaya civakî jî didomîne."

Li gor agahiyên hatin sitandin, li Antalyayê 2, li Stenbolê 5, li Qehremanmaraş, Manisa û Mêrsinê her yekî kesek hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.