Tirkiye

Wezîr Akar: "Çi hewce dike gava dema wê were wê bê kirin"

Sarp Özer  | 14.10.2021 - Rojanekırın : 15.10.2021
 Wezîr Akar: "Çi hewce dike gava dema wê were wê bê kirin"

Ankara

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê êrîşên PKK/YPGya rêxistina terorê yên ji bakurê Sûriyeyê tên kirin da wiha got: "Çi hewce dike gava dema wê were wê di serokatiya birêz serokomarê me da bê kirin. Bira gumana kesî jê çênebe."

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Esmanî Hasan Kuçukakyuz, Alîkarê Wezîr Yunus Emre Karaosmanoglu ra beşdarî merasima vekirina Sala Perwerde û Hîndekariyê ya 2021-2022yan a Zanîngeha Parastina Neteweyî bû.

Wezîr Akar bi rêvebirên eskerî û akademiyê yên zanîngehê ra civînên nirxandinê kir.

Di civînan da Akar got ew geşedanên li bakurê Sûriyeyê, Ege, Behra Spî û Qibrîsê ji nêz va dişopînin û wiha dewam kir: "Çi hewce dike gava dema wê were wê di serokatiya birêz serokomarê me da bê kirin. Bira gumana kesî jê çênebe. Tawîz û devjêberdana têkoşînê tune. Parastina heq û hiqûqa gelê me yê biesl deynê stûyê me ye. Ji bo vê heta îro çi hewce dikir me kir û em ê dîsa bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın