Tirkiye

Serokomar Erdogan: Xal û xetên Tirkiyeya mezin û hêzdar li asoyê xuya dike

Selma Kasap   | 14.09.2021
 Serokomar Erdogan: Xal û xetên Tirkiyeya mezin û hêzdar li asoyê xuya dike

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Xal û xetên Tirkiyeya mezin û hêzdar li asoyê xuya dike."

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi karkerên Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ya Tirkiyeyê (Turk-Îş) ra hat bal hev.

Serokomar Erdogan diyar kir hevsenga aboriya giştî bere bere tê cî û got ku li gorî nîşaneyan pêşketina êrînî ya di aboriyê da wê hê zêde bibe û berdewam bike.

Erdogan destnîşan kir xal û xetên Tirkiyeya mezin û hêzdar li asoyê xuya dike û wiha got, "Gava em vê pêvajoya ku sembola wê 'hedefên 2023yan' e bidomînin, bila gumana kesî çênebe ku em ê welatekî xeyala me hemûyan e ji ewladên xwe ra bihêlin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın