Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em ê di demeke nêzîk da TF-2000a muhrîba xwe ya parastina esmanî derxin îhaleyê

Andaç Hongur Erpehlivan  | 14.01.2022 - Rojanekırın : 15.01.2022
 Serokomar Erdogan: Em ê di demeke nêzîk da TF-2000a muhrîba xwe ya parastina esmanî derxin îhaleyê

Istanbul

 Serokomar Erdogan: "Em ê di demeke nêzîk da TF-2000a muhrîba xwe ya parastina esmanî derxin îhaleyê"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê di demeke nêzîk da îhaleya TF-2000a muhrîba xwe ya parastina esmanî bikin."

Erdogan li Tersaneya Behrê ya Stenbolê di merasima vekirina keştiya TCG Ufukê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got me geşedanên girîng yên der barê projeyên taybet yên parastina xwe ya neteweyî da li pey hev dîtin û em bi destpêkeke xweş ketin sala 2022yan.

Erdogan destnîşan kir Tirkiye bi saya tiştên ku di warê pîşesaziya parastinê da kiriye li herêma xwe êdî dewleteke wisa ye ku lîstikên tên lîstin xera dike û bandora xwe nîşan dide.

Serokomar Erdogan diyar kir niha jî berê xwe dane fezayê û wiha axivî, "Di warê fezayê da jî der barê pergalên pekandin û pergalên moşekan da xebatên me yên pêşvabirinê didomin."

Erdogan diyar kir keştiya Ufukê li welat keştiya ewil ya îstixbaratê ye ku bi qabiliyeta endezyariyê ya neteweyî hatiye çêkirin.

Serokomar Erdogan got ku welatê me li dinyayê di nava 10 dewletan da ye ku keştiya xwe ya şer disêwirîne, çêdike û îdare dike.

Erdogan diyar kir ku hetanî niha 180 platformên behrê îxracî 25 dewletan kirine.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê di demeke nêzîk da îhaleya TF-2000a muhrîbê ku keştiya parastina esmanî ye dê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın