Tirkiye

Otobusa rêwiyan li tira welgeriyayî qelibî û welgeriya, kesek mir, 27 kes birîndar bûn

Serhat Zafer, Faruk Kara  | 16.01.2022 - Rojanekırın : 17.01.2022
 Otobusa rêwiyan li tira welgeriyayî qelibî û welgeriya, kesek mir, 27 kes birîndar bûn

Sivas

 Li Koyulhisara navçeya Sêwasê otobusa rêwiyan li tira welgeriyayî qelibî û welgeriya, kesek mir, 27 kes birîndar bûn.

Tira ku plaqeya wê 06 ED 9997 û ajokarê wê jî Burhan Turkmen e, li ser rêbejaya D-100ê li tanga Tunela Aşagikaleyê ya navçeya Koyulhisarê, ji ber barîna berfê di rêya şişmat da şiqitî, welgeriya û ket şirîda hember. Otobusa rêwiyan a fîrmaya Agri Doguşê ya ku plaqeya wê 04 D 4942 û ajokarê wê jî Memo Yakar e, li tirê qelibî û welgeriya.

Piştî ku xeber hat dayîn, ekîbên Tenduristiyê yên 112 Bilez û her wiha ekîbên xilaskirinê û yên polêsan hatin sewqkirin.

Ji rêwiyên otobusê Mehmet Emin Solhan (44) li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest da. Ajokar û her wiha rêwiyên otobusê Siracettin Korkunç, Nihat Gun, Rifat Erdogan, Necmettin Solhan, Torun Bulan, Îlhan Solhan, Nezir Akhan, Ebubekir Taşdan, Cimşit Taşdan, Îsmet Erdogan, Raşit Solhan, Gevez Solhan, Raziye Aydemir, Sertip Solhan, Orhan Keskin, Ali Korkunç, Omer Solhan, Mustafa Solhan, Fahrettin Aydemir, Huseyin Solhan, Dindar Taşdan, Nesim Erdogan, Fesih Solhan, Cahit Solhan û Cemil Solhan birîndar bûn.

Ji birîndarên ku bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên deletê yên li Koyulhisar û Suşehriyê, hinek sewqî Sêwasê kirin.

Rêbejaya Sêwas-Erzinganê û Sêwas-Tokatê ku ji ber qezayê hat girtin, cardin hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın