Tirkiye

Midaxeleya li şewata daristanê ya li Hatayê dewam dike

Ji hewa û bejayê midaxeleya şewata li daristanê ya li Îskenderuna navçeya Hatayê dewam dike.

Haydar Şahin   | 28.10.2020
 Midaxeleya li şewata daristanê ya li Hatayê dewam dike

Hatay

Ji hewa û bejayê midaxeleya şewata li daristanê ya li Îskenderuna navçeya Hatayê dewam dike.

Li taxa Sarisekiyê duh şewat derketibû bi tesîra bayê va di nav darisanê da belav bibû û xebatên temirandina şewatê îro ber destê sibê dîsa dan destpêkirin.

Li Azganlika taxa navçeyê şewat dewam dike, bi firokeyan ji hewayê û bi wesayîtan jî ji bejayê ra midaxele dewam dike.

Hewl didin şewata li hin taxan bû sedema zirareke piçûk hildin kontrolê.

Wekî mayîn do êvarê ji ber şewatê hin malên li nêzî herêma şewatê ji bo tevdîrê hatibûn texliyekirin.

Rêya Payas-Îskenderunê ya ku ji bo tevdîrê hatibû girtin jî ji nû va hat vekirin.

Hat dîtin ku di şewatê da hin heywanên kovî jî zirar dîtin.

Dîmenên qadên di şewata daristanê da zirar dîtin bi droneyê hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın