Tirkiye

Li Gola Wanê di xebatên keştiya binavbûyî da cesedê 2 kesên din jî hatin dîtin

Hejmara cesedên hatin dîtin gihîşt 23yan

Türkan Tosun  | 12.07.2020 - Rojanekırın : 12.07.2020
 Li Gola Wanê di xebatên keştiya binavbûyî da cesedê 2 kesên din jî hatin dîtin

Van

 Li Wanê di xebatên keştiya biavbûyî ya ku 27ê hezîranê di Gola Wanê da winda bûbû da cesedê 2 kesên din jî hatin dîtin.

Keştiya ku ji Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê daketibû Gola Wanê winda bûbû û xebatên ji bo dîtina cesedan dewam dikin.

Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi 4 cîhazên sonarê û 4 cîhazên ROWê va li herêma keştî binav bûye da xebatên xwe didomînin.

Di vê xebatê da serê sibê cesedê 2 kesan hatibû derxistin ku niha jî cesedê 2 kesên din hatin dîtin.

Bi dîtina 4 cesedan va hejmara cesedên hatin derxistin gihîşt 23yan.

- Bûyer

Li Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê di 27ê Hezîranê da Sedat û Medeni Akbaş bi keştiya xwe va daketibûn Gola Wanê. Ji ber ku demeke dirêj deng ji wan derneketibû mixtarê gund caw dabû rayedaran ku ew winda bûne.

Li ser vê firokeyên tê da kamerayên termal ên şevê dikarin bibînin hene bi ÎHA û botan va li golê lêgerîn kiribûn, şopa keştiyê 106,5 mêtro binê avê li nêzîkî Girava Çarpanaxê dîtibûn.

Di lêpirsînê da 5 kes hatibûn girtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın