Tirkiye

Li Edeneyê operasyona dijî El Qaîde û DEAŞê: 9 binçavkirî

Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna dijî El Qaîde û DEAŞa rêxistinên terorê da 9 kes hatin binçavkirin

08.11.2019
 Li Edeneyê operasyona dijî El Qaîde û DEAŞê: 9 binçavkirî

Adana


 Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna dijî El Qaîde û DEAŞa rêxistinên terorê da ji 10 şikbarên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn, 9ê wan hatin girtin. 

Li gor agahiyan, tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr serê sibê dijî 10 endamên DEAŞ û El Qaîdeya rêxistina terorê yên ku der heqê wan de biryara qefaltinê hatibû derxistin, operasyon kir. 

Di operasyona ku polêsên beşa herekata taybet jî beşdar bûn da piraniyê wan ji Sûriyeyê 9 şikbar hatin binçavkirin. 

Di lêgerîna malên şikbaran da gelek melzemeyên dijîtal û dokumanên rêxistînî hatin bidestxistin. 

Li gor agahiyan di nav şikbaran da xebatkarekî tenduristiyê, emîrê xizmetê û hin kesên ku karê îstixbaratê dikin jî hene û beşdarî ders û sohbetên rêxistinê bûne. 

Şikbar ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê û piştra birin emniyetê.

Ji bo girtina şikbarê fîrarî xebat didomin. 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın