Tirkiye

Îsal havînê 3 milyon kesî ciyên dîrokî ziyaret kirin û şûnwarên dîrokî muze li pey xwe hiştin

Muze û şûnwarên dîrokî yên girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê heta serê hezîranê girtî man, di mehên havînê da ji hêla 3 milyon û 10 hezar kesî hatin ziyaretkirin.

Önder Beyter   | 24.09.2020
Îsal havînê 3 milyon kesî ciyên dîrokî ziyaret kirin û şûnwarên dîrokî muze li pey xwe hiştin

Ankara

Îsal havînê 3 milyon û 10 hezar kesî muze û şûnwarên dîrokî yên girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) heta serê hezîranê girtî man, ziyaret kirin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji Wezaretê sitand, muze û şûnwarên dîrokî yên girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ku ji ber Kovîd-19ê heta serê hezîranê girtî man, demsala havînê cardin vebûn.

Vê havînê geştiyarên xwemalî û biyanî şûna muzeyan, bi piranî çûn dîtina şûnwarên dîrokî. Di nava 10 ciyên dîrokî yên ku havînê herî zêde hatin ziyaretkirin da 6 şûnwarên dîrokî û 4 jî muze hene. Muze û şûnwarên dîrokî di hezîran, tîrmeh û tebaxê da ji hêla 3 milyon û 10 hezar kesî hatin ziyaretkirin.

Şûnwarê Dîrokî Hierapolîsa li Pamukkaleya Denizliyê ku di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye, bû ew ciyê dîrokî ku vê havînê ji hêla herî zêde geştiyariyî hat ziyaretkirin ku hejmara wê jî 233 hezar û 185 kes e.

Muzeya Mewlana ya li Konyayê bi 198 hezar û 490 kesî va di rêza duyemîn da cih girt.

Pey van jî bi rêzê va Şûnwarê Dîrokî Phaselîsa li Antalyayê, Şûnwara Dîrokî Olymposa li Antalyayê, Şûnwarê Dîrokî Efesa li Îzmirê, Manastira Sumelayê, Şûnwarê Dîrokî Pataraya li Antalyayê, Girtîgeha Dîrokî ya Sînopê, Muzeya Hecîbektaş a Nevşehirê û Şûnwarê Dîrokî Assosa li Çanakkaleyê ketin lîsteyê.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.