Tenduristî, Koronavîrus

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Kêmbûna hejmara pêketinan berdewam e"

Wezîrê Tendirustiyê Koca got, "Kêmbûna hejmara pêketinan berdewam e. Pêdivê em baldar bin, kêmbûn hêdî, zêdebûn xurt rû dide."

Ahmet Aydın  | 06.07.2020 - Rojanekırın : 07.07.2020
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Kêmbûna hejmara pêketinan berdewam e"

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1086 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 16 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 52 hezar û 193 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 682 hezar û 673yan.

Di 24 saetên dawîn de 1086 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 206 hezar û 844an. 16 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 241ê.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 2 hezar û 315 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 182 hezar û 995an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1130 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 395 ye.

- "Kêmbûna hejmara pêketinan berdewam e"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Kêmbûna hejmara pêketinan berdewam e. Pêdivê em baldar bin, kêmbûn hêdî, zêdebûn xurt rû dide. Sedema hejmara pêketinên ku rojane ji hezarî derbas dike, pabendnebûna rênimayan e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.