Tenduristî

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Dilrehet bin emê ji bo lêdana vaksînê hemî hêza xwe bikar bînin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Di yekemîn civîna Lijneya Zanistê ya 2021ê de em li ser plandanana vaksînê sekinîn. Planên me amade ne. Dilrehet bin emê ji bo lêdana vaksînê hemî hêza xwe bikar bînin."

Ahmet Aydın  | 08.01.2021 - Rojanekırın : 09.01.2021
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Dilrehet bin emê ji bo lêdana vaksînê hemî hêza xwe bikar bînin"

Ankara

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Di yekemîn civîna Lijneya Zanistê ya 2021ê de em li ser plandanana vaksînê sekinîn. Planên me  amade ne. Dilrehet bin emê ji bo lêdana vaksînê hemî hêza xwe bikar bînin."

Wezîr Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ya ku bi rêya vîdeo konferansê hat lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. 

Koca destnîşan kir ku di yekemîn civîna Lijneya Zanistê ya 2021ê de em li ser plandanana vaksînê sekinîne û amadekariyên vaksînê nirxandine û wiha got, "Planên me  amade ne. Dilrehet bin emê ji bo lêdana vaksînê hemî hêza xwe bikar bînin."

Koca wiha pê de çû:

"Weke îro ji bo 50 milyon doza vaksîna înaktîf me peyman girêda û me bi qasî 3 milyon dozê teslîm girt xist enbarên xwe de. Ji bo vaksîna li ser asta mRNAyê jî îro me hevdîtinek kir. 4,5 milyon doz garantî me heta 30 milyon dozê peyman girêda. Testên ewlekariyê ji bo vaksînên ku me teslîm girtin didomin. Dema test qediyan û encam guncaw bin, dê Pesenda Bikaranîna Acil bê dayin.

Heta nuha ji bo zêdetir ji 10 hezar xwebexşî bi qasî 17 hezar û 700 doz vaksîn hat lêdan û şopandina encaman berdewam e. Piştî Pesenda Bikaranîna Acil emê ji mezinan û kesên li ser wezîfeyên krîtîk destpê bikin û emê dest bi vaksîna welatiyên xwe yên ji 18 salî mezintir bikin. Organîzasyona plana şandinê, di serî de navendên tendirustiya malbatan weke ku hemî nexweşxaneyên me di xwe de bigire, hat amadekirin.

Websayta me ya ku welatiyên li serê bi rehetî agahiyên derbarê vaksînê de bixwînin, di nêzîk de wê aktîf bibe. Vaksîn dê weke 2 dozan bê cîbicîkirin. Piştî 28 rojan ji vaksîna yekem, dê ji bo doza duyem randevu were sitendin. Di Faz I û Faz II de, ji bo kesên ji 60 salî mezintir, xebata ewlekariyê hat kirin, bi nirxandina daneyên nû, hat fêmkirin ku ti asteng li pêşiya vê komê nîn e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.