Tenduristî

Wezîrê Tendirustiyê Koca bangawaziya vaksînê li serekên partiyên siyasî kir

Ahmet Aydın  | 15.01.2021 - Rojanekırın : 16.01.2021
Wezîrê Tendirustiyê Koca bangawaziya vaksînê li serekên partiyên siyasî kir

Ankara

 Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di çarçoveya "Bernameya Teşwîqa Vaksînê" de hemî serokên giştî yên partiyên siyasî yên ku di Meclisê de têne temsîlkirin, Serokê Dadgeha Makezagonê Zuhtu Arslan û Serokê Parlementoyê Mustafa Şentop dawetî vaksînê kirine.

Wezîr Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got:

"Min telefonî serokên partiyên siyasî yên ku li meclisê tên temsîlkirin, Serokê Dadgeha Makezagonê, Serokê Parlementoyê kir û min ew dawetî vaksînê kirin. Ji bo nezaketa ku nîşan dan ez pasiya wan dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.