Tenduristî, Koronavîrus

Wezîr Koca: "Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên aşiya doza ewil bûne ji 100 hezarî derbas bû"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand heta niha hejmara xebatkarên tenduristiyê yên aşiya doza ewil bûne ji 100 hezarî derbas bû.

Türkan Tosun  | 14.01.2021 - Rojanekırın : 15.01.2021
Wezîr Koca: "Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên aşiya doza ewil bûne ji 100 hezarî derbas bû"

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand heta niha hejmara xebatkarên tenduristiyê yên aşiya doza ewil bûne ji 100 hezarî derbas bû.

Wezîr Koca li ser Twîtterê daxuyand piştî ku ceribandinên aşiya CoronaVacê ji hêla Saziya Cîhazên Tibî û Dermanan ya Tirkiyeyê va xelas bûn û ji bo aşiyê "Pesendkirina Bikaranîna Acil" çêbû aşîkirina xebatkaran jî dest pê kir.

Koca wiha got: "Heta niha hejmara xebatkarên tenduristiyê yên aşiya doza ewil bûne ji 100 hezarî derbas bû. Tirkiye ji bo aşîkirinê bike rewacê xwedî binesaziyeke xurt e. Ez spasiya her kesê ku bi vê hêzê bawer dike û piştgiriyê dide, dikim."

Koca lînka ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên hatine aşîkirin jî wek "https://covid19asi.saglik.gov.tr/" parve kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.