Tenduristî

Nexweşiya şekir emrê merivan 13 salan kêm dike

Selman Aksünger   | 26.10.2021
Nexweşiya şekir emrê merivan 13 salan kêm dike

Netherlands Antilles

 Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiyê hat dayîn li welêt di nav nexweşên şekir ên ku emrê wan ji 45 salan zêdetir e da lêkolîn hat kirin û encama lêkolînê hat parvekirin.

Li gor daxuyaniyê ji nexweşên şekir kesên ku nexweşiya wan TÎP-1 be, li gor kesên saxlem 13, kesên ku nexweşiya wan TÎP-2 be jî li gor kesên saxlem 3 salan kêm dijîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku kesên ku emrê wan di navbera 45 û 70yî da ne û nexweşiya şekir a TÎP-1ê bi wan ra heye, rîska mirina wan ji kesên saxlem 5 qat zêde ye, kesên ku TÎP-2 bi wan ra hene jî rîska mirina wan ji kesên saxlem 2 qat û nîvan zêdetir e. Di navbera 2012-2019an da bi tevahî 1,1 milyon kesên ku emrê wan ji 45an zêdetir in mirin û ji sedî 25an zêdetirê wan nexweşê şekir bûn.

Li gor daxuyaniyê ji ber tesîrên nexweşiya şekir dibe ku jimara kesên mirî zêde bin jî.

Di daxuyaniyê da hat gotin, ji ber ku diyabeta TÎP-1ê irsî ye, pêşî li ber vê cureyê nayê girtin; lê nexweşên diyabeta TÎP-2yê dikarin bi xwarinên paqij û bê şekir bixwin û rêjeya şekirê nav xwînê bişopînin û kontrol bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın