Tenduristî

Xortê ku xwîn ji çavên wî tê çareya nexweşiya xwe digere

Li Berdereşa navçeya Dihokê ji çav û guhên xortekî bi navê Mehmûd Behçet xwîn tê, ew ji vê nexweşiyê aciz e û dixwaze bê tedawîkirin

Türkan Tosun   | 11.07.2019
Xortê ku xwîn ji çavên wî tê çareya nexweşiya xwe digere

Dahuk

Li Berdereşa navçeya Duhokê ji çav û guhên Mehmûd Behçetê 23 salî ji xwîn tê û ew ji ber vê nexweşiyê aciz e û dixwaze bê tedawîkirin.

Behçet der barê nexweşiya xwe da agahî da nûçegihanê AAyê û got ev du meh in ji çavên wî dewsa rondikan xwîn tê û ji guhên wî jî hema bêsedem xwîn diherike.

Behçet got ew dixwaze bê tedawîkirin û wiha axivî: "Du meh in ji çav û guhên min xwîn tê, tu birîn û tiştekî din tune. Ji roja ku ev nexweşî peyda bû û vir va ez çûm doxtorên li Dihok û Mûsilê, lê wan tu çare nedît. Nexweşiya min her ku diçe zêde dibe. Dema xwîn ji çavên min tê çermê min jixwe hereket dike. Ne ez, ne jî doxtorên min nizanin ka nexweşiya min çi ye."

Emcet Evdirehmanê apê wî jî got biraziyê wî ji ber vê nexweşiya xwe pir li ber xwe dikeve.

Azadê birayê Behçet jî got ew dixwaze birayê wî bê tedawîkirin û wiha dewam kir: "Ev nexweşî nexweşiyeke wisa nadir e doxtor jî metel dimînin û nizanin çi ye. Heta niha 50 caran miayene kirin. Ez ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê dixwazim bila nexweşiya birayê min bê lêkolînkirin û ew bê tedawîkirin. "

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın