Tenduristî

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Nexweşê di kontrolê da bi koronavîrusê neketiye"

"Di nimuneyên li Laboratuvara Vîrolojî ya Neteweyî ya Enqereyê hatin kontrolkirin da hat dîtin ku nexweş bi koronavîrusê neketiye bi arsima demsalê ketiye."

Haydar Şahin   | 20.02.2020
Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Nexweşê di kontrolê da bi koronavîrusê neketiye"

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku welatiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Rîzeyê hildabûn bin kontrolê bi koronavîrusê neketiye bi arsima demsalê ketiye û ew ê îro were taburcîkirin.

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir ku testên kesê li Nexweşxaneya Dewletê ya Rîzeyê hildabûn bin kontrolê hatin temamkirin.

Koca wiha got: "Di nimuneyên li Laboratuvara Vîrolojî ya Neteweyî ya Enqereyê hatin kontrolkirin da hat dîtin ku nexweş bi koronavîrusê neketiye bi arsima demsalê ketiye. Nexweşê me ew ê îro were taburcîkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.