Tenduristî

Wezîrê Tenduristiyê Koca û Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Nemekî bi têlefonê axivîn

Wezîrê Tenduristiyê Koca û Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Nemekî bi têlefonê axivîn û biryar dan ku tevdîrên ji bona Covîd-19ê demildest bên hildan.

Nihat Kavşut   | 21.02.2020
Wezîrê Tenduristiyê Koca û Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Nemekî bi têlefonê axivîn

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Nemekî bi têlefonê der barê koronavîrusa cureya nû (Kovîd-19) ya li Îranê da axivîn.

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî û wiha got: "Bi têlefonê bi Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Nemekî ra der barê Kovîd-19ê ya li Îranê da axivîm. Me biryar da ku herdu dewlet tevdîrên ji bona Kovîd-19ê hewce dikin demildest hildin. Em ê ji ber vê bûyerê her dem li cem cînarê xwe bin."

"Ji duh êvarê va hemû rêwiyên ji Îranê tên ji hêla personelên me yên tenduristiyê va tên kontrolkirin. Yên ku elametên nexweşînê bi wan ra hebin bernadin."

 "(Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Nemekî) Got ku li Îranê heta niha kesên ji wan ketine şikê 750 kes in, 18 kes bi koronavîrusê ketine û 5 kes mirin."

"Em plan dikin ku hefteya bê cardin bi balafireke kargoyê ji Çînê ra hê zêdetir melzemeyên alîkariya tibî û ekîpmanan bişînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.