Tenduristî

Wezîrê Tendirustiyê Koca ji bo xapandinên "berahîdana vaksîna Kovîd-19ê" hişyarî da

Ahmet Aydın   | 18.02.2021
Wezîrê Tendirustiyê Koca ji bo xapandinên "berahîdana vaksîna Kovîd-19ê" hişyarî da

Ankara

 Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ragihand ku dê derbarê wan kesên ku bi îdiaya berahîdana vaksîna cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) xelkê bixapînin, dê karûbarê edlî bê destpêkirin.

Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku vaksîn tenê li gorî rêza berahiyê ya ku Lijneya Zanistê daniye û ji bo herkesî bê ucret tê kirin.

Wezîr Koca wiha got, "Derbarê kesên ku îdia bikin welatiyan di rêza vaksînlêdanê de wê bikin berahiyê de û ji wan daxwaza peran bikin, dê karûbarê edlî bê destpêkirin. Îxbarê bo SABÎM 184ê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın